'Tundiya li ser jinê sûcekî mirovahiyê ye û divê were bidawîkirin'

  • 13:35 5 Kanûn 2019
  • Rojane
 
QAMIŞLO - Di çarçoveya rêzeçalekiyên 25'ê Mijdarê de, bi dirûşma "Îradeya me ji tundiya we bi hêztir e, destê xwe yê desthilatdar li ser me rakin" Rêxistina Jinê ya Partiya Sûriya Pêşerojê du semîner derbarê tundiya li ser jinê û zarokan pêşkêş kir.
 
Têkildarî  25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, bi pêşengtiya  Partiya Sûriya Pêşerojê û bi  tevlîbûna bi dehan sazî û rêxistinên jinan, partiyên siyasî û jinên rewşenbîr du semîner li ser tundiya ku li jinan û zarokan tê kirin, hat dayîn. Semîner li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê pêk hat. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê semînerê dest pê kir.
 
Axaftina vekirinê ji aliyê dayika siyasetmedara jin û Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef a ku ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk bi rengekî tund hat qetilkirin, hat kirin: "Hevrînê partiya hevgirtina gelan ava kir,  ez jî weke dayika  wê hemû hevalên wê yên hazir silav dikim. Tundiya  li ser jinê ji mêj ve ye û heta roja îro jî dewam dike.  Bi keda jinê,  mafê wê yê hiqûqî hatiye bidesxistin. Berxwedana her sê xwişkan, hişt ku jin li rastiya xwe bigere. Erdoganê terorîst rêya tundiya  li ser jinê ji nû ve zindî kir. Ev hovîtiya bê wijdan li hember jinê da destpêkirin û jinê jî li ber xwe da.  Jin heye û  li ber xwe dide. Kesên dibêjin em mafê mirovan diparêzin ma wiha mafê mirovan tê parastin, zarok li pêşiya çavê wan tên kuştin, jineke siyasetmedar weke Hevrîna min bi hovîtiyê hat qetilkirin û bi hezaran jin û dayik jî bi vî rengî. Weke jin û dayik ez dibêjim kesên destê xwe daye vê hişmendiyê alîkariya Erdogan dike. Berxwedan jiyan e û jin jî jiyan e."   
 
Mijara yekem ya semînerê, tundiya li ser jinê, ji aliyê Endama rêxistina  jin ya  Partiya Sûriya Pêşerojê  Sûad Xelo ve hat dayin.
 
'Divê em tevahî jinên ku rastî tundiyê tên,  hembêz bikin'
 
Sûadê di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Tundiya li ser jinê her roj tê jiyîn, di nava vê civakê de jineke tune ye ku rastî tundiyê nehatiye. Tundî bi rengê xwe yê rast bandorekê li ser beşek girîng ji civakê dike, ew jî jin e. Divê baldarî ji jinê hebe, ger jin rastî tundiyê were wê civak kole bimîne û di nava paşketinê de be. Ger ku em rê li pêşiya tundiyê bigirin pêwist e em ji malê de dest pê kin. Zagonên destûrê li dijî jinê divê werin sererastkirin. Tundî komkujî ye û mînakên wê jî di welatê me de gelek in. Tundiya li ser Hevrînê jî hat kirin pir bi êş bû. Rola jinê di pêşengtiya qadên têkoşînê de li pêş e, lê her dijminên jinan dixwazin jinan biçewisînin û kirasê tirsê lê bihêlin. Pêşeroja welatê me bi azadiya jin û bidestxistina mafê wê ye. Ger em bixwazin welatê me azad be, divê em tevahî jina hembêz bikin."
 
Mijara duyem tundiya li ser zarokan ji aliyê Endama Partiya Sûriya Pêşerojê  ya herêma Cizîrê Nûha Yesawî ve hat dayîn.
 
'Divê ji bo zarokan pêşeroj aram be'
 
Nûha tundiya li ser zarokan wiha nirxand: "Tundiya li ser zarokan sûcekî mezin e û tu mezheban de nehatiye gotin ku zarok rastî tundiyê werin. Koçberî, tirs, qetilkirin û işkenceya zarokan hemû tundî ye. Tundiya li ser zarokan bandorê li ser jiyana zarokan,  avabûna wan  û pêşeroja wan dike. Zarokên astengdar, yên li kolanan, yên ku malbatên wan qebûl nakin ev hemû rengên tundiya zarokan e. Tundiya li ser zarokên keç hîn zêdetir e, di nava vî şerî de bandorek mezin li ser zarokan hat kirin. Zarokên ku dayik û bav, malê xwe di şeran de winda kirin û bûyerên bi tund bi çavê xwe dîtin zehmet dibe ku tevlî civakê bibin. Zaroka bi navê Sara û birayê wê Mihemed ên ku rastî  hovîtiya dewleta tirk hatin, bê sûc bû. Ev bûyer di mêjiyê zarokan de nayên jibîrkirin. Derûniya zarokan xerab dibe û ne weke zarokên normal di jiyanê de tev digerin . Sûcê şeran pir giran in û barê wê jî li ser zarokan giran tên. Divê ji bo zarokan pêşeroj aram be." 
  
Semîner bi nîqaşên jinan, li ser tecrûbeyên tundiyê û rêbazên çareseriyê hat guftugokirin.
 
Di dawiya semînerê de, sînevîzyonek li ser jiyana siyasetmedara jin Hevrîn Xelef  a ku di encama hovîtiya dewleta tirk û hevkarên wê hat qetilkirin û beşdarbûna wê di qada siyasetê û pêşeroja Sûriyê de hat pêşkêşkirin.