Malbata Emîne Aslan: Bi ranzayê ve kelepçe kirin û terkî mirinê kirin

  • 12:52 5 Kanûn 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Malbata Emîne Aslan Aydogan ku ji ber pirsgirêkên wê yên tendirustiyê rakirin nexweşxaneyê û piştî ku hat ameliyatkirin jiyana xwe ji dest da diyar kir ku wan berê ji CÎMER, Wezareta Dadê û ji Serdozgeriya Komarê re 3 caran daxwazname şandine. Malbatê diyar kir ku piştî Emîne hatiye ameliyatkirin bi ranzayê ve kelepçe kirin û ji vê pêkanînê serokomar jî haydar e.
 
Cenazeyê Emîne Aslan Aydogan ya 65 salî ku piştî li Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê ji ber nexweşiya wê ew rakirin Nexweşxaneya  Mehmet Akîf Înan û li wê jiyana xwe ji dest da du li Wêranşara Rihayê hat definkirin. Ji bo cenazeyê Emîneyê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê wesayita cenaze neda û polîsan jî mele asteng kiribûn û nehiştibûn ku biçe goristanê. Herwiha Şardariya Qoserê ya Mêrdînê ku qeyûm jî tayînî wê hat kirin mala şînê neda ji bo malbatê. Emîne ya ku di nava 10 rojan de 4 caran amelyat bû malbata wê gotibû ku ew ji rewşa tendirustiya wê bi gûman in û bi rêveberiya girtîgehê û serdozgeriyê re axivîbûn ji wan re wiha hatibû gotin: "Em ê lê binêrin û wê derman bikin." Malbatê bertek nîşanî rewşa ku Emîneyê pê re rûbirû ma da û got ku cihê jineke 65 salî girtîgehe gelo?
 
Emîne, di sala 2018'an de dema ku rêvebera navçeya Wêranşarê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû ji doza ku li ser şahidê nepen bi îdaya "endama rêxistinê ye" lê hatibû vekirin 8 sal û 7 meh ceza lê hat birîn û 17 meh bû li girtîgehê dihat girtin .Emîneya ku gelek nexweşî lê peyda bibûn bi mehan nebiribûn nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku emîne li gel van nexweliyên girinan tenê rakirine revîra girtîgehê û wekî derman jî êşbir daninê. 
 
'Ji ber ku kurdayetî û xebatên xwe hat girtin'
 
Dayika Emîneyê Elîf Aslan diyar kir ku ji ber astengiyên ji wan re hatin derxistin wan şîna xwe jî nikaribûne bikin û wiha got: "Keça min berî bi 17 mehan kirin girtîgehê. Keça min ji ber ku di nav xebatan de cih girt û kurd bû hat girtin. Deqeyekê jî li cihê xwe nedisekinî. Piştî ku kirin  girtîgehê li laşê wê nexweşî peyda bûn. Ji ber nexweşiya xwe ya gurçikê dihat dermankirin. Dema ku keça min nexweş dikeve di bedêla rakin nexweşxaneyê birine revîrê û tenê êşbir daninê. 
 
'Keça min bi mirinê re rûbirû hiştin' 
 
Elîf elîf diyar kir ku keça wê bi mirinê re rûbirû hiştine û wiha got: "Piştî ku hat asta mirinê berî bi 10 rojan rakirine nexweşxaneyê û girtine bin lênêrtinê.  Wê êşa ku kişand êdî nema dikaribû tehamûş bikira û jiyana xwe ji dest da. Piştî ku radikin nexweşxaneya Rihayê û ameliyat kirin.  Herî dawî zarokên wê ji bo wê bibînin çûn cem. Zarokan diyar kir ku li gel emelyetê jî herdu destên wê bi ranzayê ve kelepçekirî bûn û 6 leşker li ber  danîbûn.  Em pêkanînek dijmirovî ye. Çima li keça min kirin. Keça min bi mirinê re rûbirû hiştin. Di mirinê de jî ew rehet nehiştin. Nehiştin ku li mala xwe jî em şîna xwe bikin. Ev dijminantiyeke çawa ye?"
 
'Herdu destên dayika min kelepçekirî bûn û 6 leşker li ber bûn'
 
Lawê Emîneyê Şukru Aydogan jî diyar kir ku wî berî dayika wî jiyana xwe ji dest bide bi du rojan serdana wê kiriye û got ku herdu destên wê bi ranzayê ve kelepçekirî û 6 leşker li ber danîbûn.Şukru wiha berdewam kir: "Herî dawî me dayika min dît. Dema ku min dît kêfxweş bû. Dema diaxivî dengê wê nedihat me. Li nexweşxaneyê herdu destê wê bi ranzayê ve kelepçekirî bûn û 6 leşker jî li ber danîbûn.  Min destê wê jî bi zorê maç kikr. Min xwest wêneyê dayika xwe bikişînim lê destûr nedan. 9 rojan di bin lênêrtinê de ma. Ji ber wê nin û leşkeran niqaş kir. Piştî min jî hat ragihandin ku êdî nema dikaribû biaxive. Piştî hevdîtinê me gazî parêzer kir ku em daxwaznameyeke din binivîsin .Di heman rojê de jî ji bo rewşa dayika xwe hîn bibim min telefonî nexweşxaneyê kir. Ji min re gotin 'serê we saxbe dayika te jiyana xwe ji dest daye'. Dema ku em çûn nexweşxaneyê jixwe her tişt amade bû."
 
Dozgeriyê got 'Emê li dayika we binêrin, emanetî me'!
 
Şukru, diyar kir ku dema dayika wî nexweş ketiye rêveberiya girtîgehê ji wan re goiye, "Em ê wê derman bikin" û wiha berdewam kir: "Me cenazeyê dayika min girt û em hatin lê wê demê jî gelek astengî ji me re derxistin. Nehiştin mele bê goristanê û mala şînê jî şardariyê neda me. Me xwest em li malê şîna xwe daynin lê polîsan êrîşî malê kir. Ji mecbûrî me şîna xwe li cihekî din danî. Dayika min sala borî hatibû girtin. Dema dayika min hat girtn min ji dozgeran re û hemû kesên têkildar re got dayika min nexweşe nikare di girtîgehê de bimîne. Lê wan ji min re got, 'Em ê lê binêrin û emanetî me ye'. Ew birin doktor û ji bo wê heyet kom bû lê derman nekirin. Bi rewşa xwe ya nexweş bi mehan di girtîgehê de ma. Tenê doktorên girtîgehê ew muyene dikirin. Her cara ku diçûm hevdîtina dayika xwe min daxwazname dida  Min di ser CÎMER'ê re  ji Wezareta Dadê re û ji Serok komariyê re nivîs nivîsand. Yek hat redkirin û herdiwuyên din jî hîna nehatine bersivandin. Dayika min a ku serok komar jî ji rewşa wê haydar bû bi mirinê re rûbirû hiştin. 
 
'Karê dayikeke 65 salî li girtîgehê çi ye?'
 
Herî dawî xizma Emîneyê Menîfe Asaln jî wiha got: "Tu sûcê wê tune bû. Nehiştin ku em şîna wê jî daynin. Jineke 65 salî karê wê çiye li girtîgehê. Herî dawî jiyana xwe ji dest da .Ji miriyan jî ditirsin. Cihê wê mala wê bû. Divê tu dayik nekevin girtîgehê."