Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

  • 12:36 5 Kanûn 2019
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzer Newroz Ûysal û Rêzan Sarica piştî 8 salan di 2’yê gulanê, 22’yê gulanê, 12’ê hezîranê û 18’ê hezîranê û 7’ê tebaxê de li gel miwekîlê xwe Ocalan hevdîtin kiribûn. 
 
Ji 7’ê tebaxê heta niha dozgeriyê bersivek neyînî anjî erênî nedaye parêzeran.