'Bila dagirker ji ser axa me herin'

  • 12:13 5 Kanûn 2019
  • Rojane
Binevş Sarya
 
EYN ÎSA - Jinên Kobanê ku duh tevlî çalakiya mertelên zindî ya li Eyn Îsayê bûbûn wiha bertekên xwe anîn ziman: "Dewletên ji bo berjewendiyên xwe di xaka me de bi cih bûne, ger ku nikarin parastina zarok û gelê vê herêmê bikin bila ji welatê me derkevin."
 
Gelê Rojava di 3’ê kanûnê de li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Rojava li navçeya Eyn Îsayê li ber deriyê dibistana Xalid Ibin Welîd dest bi çalakiyên konê meratalê zindî kirin. Konê mertalê zindî bi awayekî dorveger wê hefteyekê bidome. Bi hatina gelê bajarê Minbicê kon di 3’ê kanûnê de hat vedan. Konê mertalên zindî bi pankartên “Erê ji yekbûna gelan re”, “Bes e ji rijandina xwîna gelên Sûriyeyê” û “Em komkujiya ku dewleta tirk li dijî zarok û sivîlan li Til Rifet pêk anîn şermezar û lanet dikin” hatine xemilandin. Duh di seatên serê sibehê de gelê Kantona Kobanê bi maşîneyan berê xwe dane navçeya Eyn Îsayê û nobedariya kon dewir girtin. Jinên ku nobet dewir girtin ji ajansa me re bertekên xwe yên li dijî êrîşên dewleta tirk anîn ziman.
 
'Dewletên ku nikarin parastina vî gelî bikin bila ji xaka me derkevin'
 
Ji Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Eyşe Efendî zarokên ku di komkujiya Til Rifetê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha pê de çû: “Em bêdengiya navneteweyî şermezar dikin. Gelê kurd roj bi roj bi komkujî û koçberiyê re rû bi rû dimîne. Dewletên weke Emerika, Rûsya, Îran û Sûriyeyê li hember van êrîş û komkujiyan bê deng in. Ger ku nikarin parastina vî gelî bikin bila ji vir derkevin. Ev dewletana ji bo berjewendiyên xwe hatine, ne ji bo parastina gel. Bila dewlet helwesta xwe zelal bikin. Em gelê Til Rifet û Şehbayê bi tenê nahêlin. Bi rojan em li ser piyan in û em soz didin heta ku em hene em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Em bang li gelên ku xwedî li Kobanê û Rojavayê Kurdistanê derketin dikin ku careke din li dijî qetilamên li ser me de tên rabin ser piyan. Em bi hevdu re bi yek hêzê, pir al, pir ziman, pir ol û pir çand em ê bikaribin parastina Kurdistanê bikin.”
 
‘Gunehê zarokên me çi ye? Çima bi vî rengî tên qetilkirin'
 
Ji Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Emîna Mistefa Daban êrîşên li ser gelê Til Rifet, Rojava şermezar kir û got: “Ez dibêjim bila qîrîna van zarokên li cîhanê belav bûye bê bihîstin û dewletên navneteweyî mafên hemû zarokên cîhanê biparêzin. Zarokên me qetil dikin ma çi gunehê van zarokan heye? Em wek gelê Kobanê îro bi armanca piştgiriya xwe bi gelê Til Rifet û Eyn Îsayê re bidin diyarkirin, hatin Eyn Îsa û tevlî çalakiya mertalên zindî dibin.”
 
‘Em aramiyê dixwazin’
 
Endama Meclîsa Zagonsaz Roşîn Mehmûd behsa hatina gelê Kobanê li Eyn Îsayê kir û wiha gotinên xwe anî ziman: “Em îro li vir bi armanca şermezarkirina komkujiya Til Rifet û piştgiriya gelê Eyn Îsa kom bûne. Em tu carî van êrîş û komkujiyên li ser gelê me tên kirin qebûl nakin û em ê ji bîra jî nekin. Em Gelê Kurd gelekî aşîtîxwaz in, tu carî şer naxwazin em aramiyê dixwazin. Em dagirkeriyê li ser xaka xwe qebûl nakin. Dewleta tirk çi ji me dixwaze? Gelê herêmê dikuje, talan, wêran û koçber dike. Bangawaziya min ji bo dewletên navneteweyî ew e ku li dijî qirkirina li ser Gelê Kurd derkevin.”
 
‘Ji komkujiyan re êdî bes e’
 
Di dawiyê de jî jina bi navê Litfiye Suleyman ku tevlî çalakiya mertalên zindî bûbû wiha axivî: “Em ji malbatên ku zarokên wan di komkujiya Til Rifetê de jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin. Zarokên me li kolanan tên şewitandin û zarokên me di dibistanan de tên  bombebarankirin. Cîhanê ji bo Kurdan çavên xwe girtiye, ji bo zarokên dibistanan çavên wan girtîne. Em bang li dewletên navneteweyî dikin, dema ku dibêjin em mafê mirovan didin ka mafê me kanî? Ma wan zarokên bê guneh çi kiribûn ku hatin qetilkirin? Em bi hêviya serketinê dijîn û em ê bijîn. Bes e ji komkujiyan re, bes e ji dagirkeriyê re. Bila dagirker ji ser axa me herin.”