Endamên Piştevaniya Mor: Bi girtina komeleyê nikarin pêşî li têkoşînê bigirin

  • 09:11 5 Kanûn 2019
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
HATAY - Endamên Piştevaniya Mor ya Antakyayê ku hat girtin, diyar kirin ku girtina komeleyê êrîşa li hemberê destkeftiyên jinan e û wiha gotin: “Têkoşîna jinên zîhniyeta serdest ya mêr ditirsîn.”
 
Komeleya Piştevaniya Mor a Jinan a Antakyayê ku di 2014’an de li Hatayê hat vekirin bi hinceta ‘beyî destûr faliyetên perwerdê dike’ rojek berê hat girtin. Her wiha Qeymeqamtiyê bi sûcdariya ‘beyî destûr kargerî vekirin û perwerde dayîn’ 51 hezar TL ceza pere birîn. Endama Piştevaniya Mor ya Antakyayê Aylîn Yuksel bertek nîşanê girtina komeleyê da.
 
‘Em atolyeyê xwe de rolên mêr û jintiyê lêpirsîn dikin’
 
Aylînê da zanîn ku ew li dijî zîhniyeta ku jinan hepsê malê dikin li her derê ligel hev in û xebatên hişmendiyê dimeşînin û got: “Di atolyeyên me yên fîlm û pirtûkan de jin dîroka xwe ya nehatiye nivîsin fêr dikin û jiberan lêkolîn dikin û nas dikn. Em di atolyeyên zayenda civakî û dramayê de rolên mêrtî û jintiyê yên hatine ferzkirin, lêpirsîn dikin. Em ji bo şikandina pêşdarazan pêngava davêjin. Em li dijî tacîz û tecawizê atolyeyan pêk tînin. Di atolyeyên çîrokan de em çîrokên ji zimanê zayendî hatiye parastin dinivîsin û vedibêjin. Em têkiliya navbera jin û xwezayê xurt dikin û geran pêk tînin. Em dozên jinên hatine qetilkirin û rastî şîdetê hatine, dişopînin.”
 
Em bi rêgeza ‘ji bo jinan’ tevdigerin
 
Aylînê daxuyakirin ku ew di 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê de qadan tije dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi komîsyonên hiqûq, psîkolojîk şêwirmendî û nûçeyan, bi jinan re têkoşînê mezin dikin. Em di bernameyên hevpar de aktîf rol digirin. Ji bo penaberên jin bernameyan pêk tînin. Me heta niha panel û bernameyên jinan pêk anîn. Em bi rêgeza ‘ji bo jinan’ tevdigerin.”
 
‘Nikarin têkoşîna jinê bêdeng bikin’
 
Endama Piştevaniya Mor a Antakyayê Dîlek Koşar jî bertek nîşan da û da zanîn ku komeleyên faliyetên wisa dimeşînin tê girtin û got bi girtina komeleyê hewl didin darbeyê li têkoşîna jinê bidin. Dîlekê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji ser sûcdariya perwerdehiya bêdestûr ya bê pere dixwazin faliyetan ateng dikin. Komeleya me bihêle ji bo perwerdehiyê pere bigire, hemû xebatên xwe di esasa dildariyê de dimeşîne. Çiqas astengiyan bikin bila bikin wê pêşî li têkoşîna me negierin. Em ê heta dawî têbikoşin. Her ku jin dengê xwe bilind dikin êrîş dikin.”