‘Di koguşa 6 kesî de em 15 kes dimînin’

  • 09:02 5 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED - Gulîstan Al ya li girtîgeha Tîpa L ya Dîlokê dimîne û du sale qedexeya hevdîtinê danê, bi hevkariya malbata xwe diyar kir ku di koguşa 6 kesî de 15 kes dimînin û got di gelek mijarî de pisgirêkan dijîn. Malbata wê jî diyar kir ku parêzer nikarin biçin hevdîtinê û bertek nîşan dan.
 
Li Edenê di 2017’an de di meha gulanê de Gulîstan Al bi îdiaya ‘yekîtiya dewletê xera kiriye’ hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyê. Gulîstan piştre jî surgunê girtîgeha Tîpa L ya Dîlokê hat kirin. Cezayê li Gulîstanê hat birîn, ji aliyê dadgeha îstînafê ve hat erêkirin û piştre jî şandibûn Dadgeriyê. Dosya hîna li tê payîn û di encama lêpirsîna dîsîplîna der barê Gulîstanê de hat meşandin de, du sale qedexeya hevdîtinê didome. Du girtiyên ligel wê diman, hatin surgunkirin û Gulîsan tenê ma û niha bi 15 girtî re di heman koxuşê de dimîne.
 
‘Di koxuşa 6 kesî de 15 kes dimînin’
 
Dayika Gulîstanê, Emîne Al bi lêv kir ku qedexeya hevdîtinê wê di sibata 2020’an de bidawî be û got carekê 8 meh carekê jî 6 meh qedexeya hevdîtinê hatiye dayîn û got: “Em tenê di cejnan de dikarin Gulîstanê bibînin. Em dipên ku bi meha sibatê de qedexe bidawîbe. Lê em ne bawerin. Gulîstan niha bi 15 girtî re dimîne. Temenê girtiyan jî mezin e. Ji ber vê Gulîstan zehmetiyan dikşîne û cihê wan tune ku razên. Bi mehan berê me 500 TL şand ji Gulîstanê re lê hîna nedanê.”
 
‘Parêzer naçin serdanê’
 
Emîneyê balkişand ser pisgirêkên li girtîgeha Dîlokê û got: “Me der barê van pirsgirêkan de parêzer girt lê naçin serdanê. Em pirsgirêkan bi parêzeran re parve dikin. Em dibêjin biçin ew jî dibêjin ‘Gulîstan mijarê mezin dike’. Ji ber keça min ceza girt, ma divê neçin serdanê. Gelo ev ji bo girtiyên ceza girtine rêbaz e. Min ji gelek malbatî ev gilîkirin bihistin.”