Serdana li şîna Emîne Aslan li gel astengiyan didome

  • 17:10 4 Kanûn 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Serdanên li şîna Emîne Aslan ku di girtîgehê de nexweş ket û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da didomin. 
 
Serdanên li Şîna Emîne Aslan a ku li Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê girtîbû ku nexweşket û dema rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da didomin. Hatibû diyarkirin ku Emîne ya 16 meh bûn girtî di gurçika wê de ûr  hebû, rakiribûn nexweşxaneyê û di nav 10 rojan de 4 caran hatibû emeliyatkirin. Emîne ya 64 salî ku duh jiyana xwe ji dest da di dema definkirina wê de polîsan astengî derxist û cenazeyê wê jî bêyî ji ber astengiya polîsan bêyî melê hatibû definkirin. 
 
Ji cenaze heta bi taziyeyê ji bo hemû tiştî astengî!
 
Malbata ku ji bo şînê mala şînê ji şaredariyê xwest bi hinceta 'qedexe ye' nedan malbata Emîneyê û vekirina konê şînê yê li ber malê jî ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Herwiha polîsan zexta hûn li malê jî şînê dayenin "emê êrîş bikin" li malbatê kirin. 
 
Malbata ku li mala xwe nikaribû şîna xwe deyne li Taxa Aştiyê li maleke din şîna xwe danî û  şîn berdewam dike. Ji aliyê Partiya Demokratî a Gelan (HDP)  û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve û gelek welatiyan  serdana şînê berdewam dike.