Li Eyn Îsayê çalakiya mertalên zindî

  • 17:01 4 Kanûn 2019
  • Rojane
EYN ÎSA - Li dijî êrîşên dewleta tirk ya li ser herêmên Bakurê Suriyê, gelê herêma Firat û Rojhilatê Suriyê li bajarê Eyn Îsa dest bi çalakiyên konê mertalê zindî kirin. 
 
Gelê herêma Firat û Rojahilatê Suriyê di 3’ê mehê de li dijî êrîşên dewleta tirk ya li ser axa Bakur Rojhilatê Suriyê li bajarê Eyn Îsa yê li ber deriyê dibistana Xalid Ibin Welîd dest bi çalakiyên konê mertalê zindî kirin. Konê mertalê zindî bi awayek dorveger ku wê hefteyekê bidome, dewam bike. Duh bi hatina gelê bajarê Minbicê kon hate vedan. Konê mertalên zindî bi pankartên “Erê ji yekbûnê re”, “Bes e ji rijandina xwîna gelan” hatibûn hildan. 
 
Îro di seatên serê sibê de gelê Kantona Kobanê bi maşîneyan berê xwe dane bajarê Eyn Îsa û nobedariya kon dewir girtin. Piştî ku gel li binê kon kom bûn çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê  dest pê kir. Piştî rêzgirtinê axaftvan derketin pêşiya gel û di derbarê êrîşên dewleta tirk û komkujiyên ku li ser gelê herêmê tên meşandin axivîn. Li ser navê rêveberiya TEV-DEM’ê Eyşê Efendî, li ser navê kantona Kobanê Mistefa Êto, li ser navê kantona Girê Sipî Hemîd Il Ebd û li ser nave herêma Firatê jî Hisên Şêx axivîn. 
 
'Li dijî dagirkeriyê wê gelê vê herêmê bi ser keve'
 
Li ser navê TEV-DEM'ê Eyşê Efendî axivî û  bal kişand ser komkujiya Til Rifetê û wiha pê de çû: "Bi salane ku dagirker hewil didin welatê me dagir bikin û îro jî pilanên dagirkeriyê li ser welatê me didin meşandin. Di sala 1988'an bi destê Sedam Husên Helebçe di komkujiyan re derbas kirin. Îro jî bi destê dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Suriyê komkujiyan li ser gel û zarokên me pêk tînin. Em weke gelê vê herêmê êdî baş dizanin ku em ê pişta xwe nedin tu hêzek derve û baweriya me bi tu dewlet-netewan nayê. Hêza me ya serketinê em bi xwe ne û şervanên me ne. Li dijî dagirkeriyê em gelên van herêman wê bi ser kevin.” 
 
'Axa me rûmeta me ye'
 
Li ser navê Kantona Kobanê Mistefa Êto, li ser navê kantona Girê Sipî Hemîd El Ebd û li ser nave herêma Firatê jî Hisên Şêx di axaftinên xwe de bal kişandin li ser wekheviya gelên herêmê û komkujiyên ku li ser jin, zarok û gel tên meşandin û wiha gotin: “Em ê weke gelên vê herêmê tu carî nehêlin ku tu hêzek dagirker me ji hev parçe bike û cudahiyan bixe nava gelê me. Em xwediyên vê axê ne û axa me rûmeta me ye, em ê axa xwe ji tu kesî re nehêlin. Li van herêman me bi salan vî gelî mil da milê hev û li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîn kir û em bi ser ketin, em ê îro jî car din mil bidin milê hev û li dijî faşîzima dewleta tirk a dagirker bi ser bikevin. Hêza ku jin, zarok û gel bike armanca dagirkerî û komkujiyan pêkbîne wê ew hêz tucaran bi ser nekevin. Wê serkeftin di dawiyê de bibe ya gelên mazlûm.”
 
Çalakvanan piştî axaftinan çalakiya xwe bi rûniştina bin konê mertalên zindî û dirûşmeyên bijî berxwedana şervanên YPJ û QSD’ê domandin.
 
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku wê sibe çalakiya mertalên zindî bi hatina gelê bajarê Reqqayê bidome.