Îşkenceya li Bakirkoyê, nêrîna dewletê ya li jinên girtî datîne holê'

  • 16:27 4 Kanûn 2019
  • Rojane
STENBOL - Parêzer Gulîzar Tuncer a rewşa Esîn Kavruk ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi îşkenceya girtina testa DNA'yê re rûbirû ma nirxand wiha got: "Bi taybetî hedefgitina girtîgeha jinan a di warê şîdetê de nêrîna dewletê ya li girtiyên siyasî û bi taybet jî li girtiyên jin datîne holê." 
 
Komîsyaona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan  (ÎHD) ya Stenbolê, derbarbarê girtiya jin a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê ku di bin zorê de testa DNA'yê di 28'ê kanûnê de jê hat girtin û şandin Saziya Tipa Edlî de li avahiya ÎHD'ê ji bo Esîn û girtiyên din civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
'Rayedarên dewletê pêkanîneke din ferz dikin'
 
Di destpêka civînê de endama komîsyonê Hatîce Onaran axivî û wiha got: "Di dema girtina mînaka DNA'yê de Mudurên girtîgeha 1'emîn û 2'emîn, serqerdiyanên û hemû qardiyanên li girtîgehê û bi sedan polîs ketina Qawîşa B-6, girtî derb kirine û Esîn Kavruk ji nav wan girtine.  Esînê bi wesayita cendirmeyan birine Nexweşxaneya Hesekî û radestî polîsan kirine. Dema ku Esînê nexwestiye mînaka DNA'yê bide doktor jî doktor qebûl kiriye. Lê polîsan bi darê zorê ew xistine erdê û esîmanê devê wê dirandine û mînaka tifê jê girtine. Piştî ku polîs çûne cendirme ji bo ku berpirsiyariyê negirin ji doktorê têkildar ji bo Esînê rapora lê dane girtine."
 
Hatîce di berdewamiyê deiyar kir ku di dema serdegirtinê de Dîlek Geçkîn, Zeynep Gerçek û Zuhal  Surucu jî bi îşkenceya fîzîkî û zayendî re rûbirû hatine hiştin. Hatîce wiha berdewam kir: "Wekî di vê bûyerê de jî tê dîtin rayedar dixwazin pêkanîneke din li girtiyan ferz bikin.  Ev pêkanîn îşkenceyên dema Darbeya 12'ê Îlonê tînin bîra mirov."
 
Di serî de Wezareta Dadê em bang li hemû rayedaran dikin û dibêjin ku girtina mînaka DNA'yê ji Esînê nayê qebûlkirin. 
 
'Em ê serlêdana sûc bikin'
 
Piştre parêzer Gulîzar Tuncer a ku çû li serdana girtiyên li Girtîgeha Bakirkoyê kir axîvî û ev tişt got: "Di dema êrîşa yekem de jinên li qawîşê berî bi rojekê li hucreyên ku kesên edlî berê lê bûn bi cih dikin û bi kaşkirina bi erdê re wan dibin.  Dema ku girtî dirûşman berz dikin jî ters tên kelepçekirin. Girtiyan bê av  û xwarin dihêlin. Heta saet 17.00 ku Esînê tînin jî wan di hucreyan de dihêlin.  Ev zexteke ku hemû girtiyên siyasî tehdît dike. Di dema bê de kesên ku bên binçavkirin wê bi mijareke ku tu eleqeya wê bi lêpirsîna li wan tê kirin nebe bi dasyayên din ku amade bikin wan sucdar bikin  û bi vî rengî mînakên xwînê û tifê ji wan bigirin. Ji bo van pêkanînan jî gitîgeha jinan bi zanebûn hedef hatiye girtin. Tundiya ku zêde bûye hatiye asta îşkenceya zayendî. Em ê derbarê kesên têkildarî vê bûyerê de serlêdana sûc bikin."
 
'Pêkanînek gelek xeter e'
 
Hevseroka ÎHD'ê parêzer Eren Keskîn ku serdana girtîgehê kir jî wiha got: "DI tipê de mudaxeleya bi zorê tune ye. Esîn Kavruk ev mudaxele qebûl nekiriye û doktor jî vekişiyaye.  Mînaka DNA'yê bi awayê dijqanûnî hatiye girtin. Ev li dijî qanûnên li Tirkiyeyê, yên navneteweyî û li dijî Peymana Stenbolê ye.  Em hemû di xeterê de ne. Ev pêkanîneke nijadperest e. Ev pêkanîneke faşîzan e.  Ev pêkanîneke gelek xeter e. Em hemû di xeterê de ne û em ê şopdarên dozê bin."