Li Rojava xwendevan herîkîn qadan

  • 16:09 4 Kanûn 2019
  • Rojane
QAMIŞLO/KOBANÊ- Li seranserî Rojava komkujiya ku li Til Rifatê pêk hat bi daxuyaniyan hat şermezarkirin.
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Til Rifetê ya girêdayî Kantona Şehbayê, xwendevanên li bajarê Kobanê û Rewşenbirên Qamişloyê daxuyanî dan.
 
Xwendevanên Kobanê daxuyanî dan
 
Bi pêşengtiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) xwendevanên dibistana şehîd Azad a Kobanê bi daxuyaniyekê komkujiya ku dewleta tirk li Til Rifetê pêk anî û hedefgiritina mamosteyên jin ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve şermezar kirin. 
 
Daxuyanî li dibistana şehîd Azad ya seretayî ji aliyê xwendevana bi navê Şêrîn Xidir ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: "Dewleta tirk bi êrîşîn xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze ku ew bingeha vejîna jiyana azad hilweşîne, ji ber vê yekê ew bi êrîşkirina gelê sivîl, projeya me ya ku ji tevahî cîhanê re bû sembola azadî û demokrasiyê armanc digire. 
 
Em wek desteya perwerdehiyê ya Kantona Kobanê van kiryarên qirêj û desthilatdariya nijadperest bi tundî şermezar dikin. Em bi dilgiranî rexneya civaka navneteweyî dikin ku bi vê bêdengiya xwe, ew jî di pêkanîna vê dagirkeriyê de dibe hevkar. Her wiha em bangawaziya hemû gelên cîhanê dikin û bi taybetî jinên azad ku bi hemû rengên çalakiyan li dijî van kiryaran derbikevin. Ji ber ku tevahî cîhan deyndarê keda şehîdên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ku bi  xwîna xwe forma mirovahiyê saz kir û di dawî de em ê têkoşîna xwe bilind bikin li kêlek mewziyên perwedehiyê de û şoreşa watedayînê geş bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Na ji dagirkeriyê re", "Na ji kuştina mamostan re" û "Na ji kuştina zarokan re" bi dawî bû.
 
Komeleya Jinên Rewşenbîr daxuyanî da
 
Komeleya jinên Rewşenbîr yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo komkûjiya ku li ser Til Rifetê pêk hat daxuyaniyek da.
 
Dewleta tirk di 2'yê kanûnê de bi topan êrîşî Til Rifetê kir, di encamê de 8 zarokî jiyana xwe ji dest dan û birîndar jî hene. Heya niha jî tu rêxistinên mafê mirovan helwestek nîşanê vê komkujiyê nedan. Komeleya Jinên Rewşenbîr yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû saziyên ku girêdayî rewşenbîran daxuyaniyek hat da. Daxuyanî ji aliyê Endama Komeleya Jinên Rewşenbîr Sîba Hisên ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: "Em bang li hemû hêzên niştîmanî û aliyên mafên mirovan, dikin ku li dijî van komkujiyan bisekinin. Dewleta tirk rûyê xwe yê faşist ji cîhanê re derdixîne holê. Gelê kurd ku her dem di eniyên pêş de li himberî dagirkeriyê şer kirin û li ser vê axê zarokên xwe feda kirin, bi armanca parastina mafê mirovahiyê û wekheviyê her dem têkoşîna xwe dewam kir. 
 
Niha jî cîhan û Rêxistinên Mafên Mirovan û Rêxistinê Parastina Mafê Zarokan komkûjiya ku li Til Rifetê di derheqê zarokên Efrîniyan, yên ku neçar man ji ber tank û balafirên dewleta tirk ji warê xwe koçberî Şehbayê bibin, dibînin. 10 kes jiyana xwe ji dest da û ji wan 8 zarok in, ev komkûjî berdewamiya komkûjiyên beriya niha careke  din li ser gelê Kurd li bajarokên Dêrsim, Agirî, Cizîr, Nisêbîn, Geliyê Zîlan, Roboskî, Şengal, Kobanê, Efrîn, Girê Sipî, Serê Kaniyê û 1,5 meliyon Ermenî pêk hatin. 
 
Em wek rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hemû hêzên azadîxwaz, aşîtîxwaz û demokratîk dikin ku li dijî dagirkeriya Erdogan derkevin û helwesta xwe diyar bikin." 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.