Ji bo balkişandina ser tundiyê li Dibistanên Tirbespiyê daxuyanî hat dayin

  • 15:25 4 Kanûn 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25'ê mijdarê de li navçeya Tirbespiyê daxuyanî hat dayîn.
 
Bi boneya 25'ê mijdarê bi dirûşma "Dagirker tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişloyê li dibistana Fêsel û Xewla daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê xwendevan Dilvîn Silêman ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye: "Jinên Mîrabel bûn sembolek ji bo tevahî jinên cîhanê re. Em bejna xwe li ber tevahî cangoriyên azadiyê ditewînin. Dewleta tirk û çeteyên wê her dem jinan hedef digire mînakê wan jî Hevrîn, Amara û dayê Eqide ye. Dewleta tirk û çeteyên wê dema êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin, dibistanên me hedef girtin û bi hezaran zarok ji xwendinê xwe dûr ketin. Em bang li tevahî jinên cîhanê dikin da ku dengê xwe bilind bikin û daxwaza dadgehkrina Erdogan bixwazin, ji ber Erdogan li Rojava sucên şer û dagirkeriyê pêk anî."
 
Daxuyanî bi silavkirina berxwedana jinan a li dijî desthilatdariyê bi dawî bû.