Gelê Şehbayê şehîdên xwe oxir kirin

  • 15:21 4 Kanûn 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Bi deh hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê tevlî merasîma oxirkirina zarokên ku li Til Rifatê jiyana xwe ji dest dane bûn.
 
Dewleta tirk di 2'yê kanûnê de bi topan êrîşî Til Rifetê kir, di encamê de 8 zarokî jiyana xwe ji dest dan. Îro bi hezaran şêniyên Şehba û Efrînê bi merasimek girseyî şêhîdên xwe oxir kirin. Di merasîmê de şêniyên Şehba û Efrînê, sazî û dezgehên sivîl tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de wêneyên zarokên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatibûn hildan.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Kongreya Star Hediye Yûsif, li ser navê Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Neso, li ser navê Kongreya Star Newroz Heşêm, li ser navê Meclîsa Kantona Şehbayê Cuma Kelo axivîn û gotin: "Dewleta tirk a dagirker li hember berxwedana Gelê Kurd komkujiyan pêk tîne. Gelê Kurd dê her ser şopa têkoşerên azadiyê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bin û heta digihêjin armanca xwe ya serkeftinê ew ê li berxwe bidin. Em çiqas bedel bidin jî em ne poşman in."
 
Piştî axaftinan nasnameya şehîdan ji aliyê mamoste Ronî Mihemed  û Avda Xelîl ve hat xwendin. Şehîd bi tililiyên dayikan û bi dirûşma "Şehîd namirin" spartin axê.
 
Ji ber komkujiya li Til Rifatê pêk hatiye dê 2 rojan li herêma Şehbayê şîn were girtin.