'Kesên bêdeng in hevkarên dewleta tirk in'

  • 12:54 4 Kanûn 2019
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Rêveberên Kongreya Star a bajarê Qamişloyê li ser komkujiya Til Rifetê axivîn û wiha gotin: "Dewleta tirk bi hemû rêbazan êrîşê me dike, lê em tucarî tune nabin."
 
Dewleta tirk di 2'yê kanûnê de bi topan êrîşî Til Rifetê kir, di encamê de 8 zarokî jiyana xwe ji dest dan û 12 jî birîndar bûn. Têkîldarî mijarê Rêveberên Kongreya Star a Qamişloyê nêrîna xwe parve kirin.
 
'Kesên bêdeng in hevkarên dewleta tirk in'
 
Ji Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişloyê Xaliya Necar komkujiya ku li Til Rifetê pêk hat şermezar kir û wiha got: "Dîrok careke din xwe dubare dike, çawa ku li Helebçe û Roboskî komkujî pêk hat îro jî li Til Rifetê pêk hat. Gelê Efrînê ji ber komkujî û dagirkeriyê berê xwe dan Şehbayê, lê belê dewleta tirk car din wan armanc girt û zarok qetil kir. Destê hemû dewletan di vê komkujiyê de heye. Rêxistinên ku xwe bi parastina mafê mirovan û zarokan didin nasîn, çavê xwe girtin û tu helwest nîşanî dewleta tirk nedan. Ev bêdengî diyar dike ku ew jî hevkarên dewleta tirk in."
 
'Em ê tola xwe hildin'
 
Ji Rêveberiya Kongreya Star a Qamişloyê Menîce Heydar zarokên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha pê de çû: "Ev 9 sal in şoreşa Rojava pêk hat. Dewleta tirk di wê demê de êrîşî Rojava dikir. Bi taybet Gelê Kurd armanc digire. Lê armanca Erdogan pêk nayê kurd tune nabin. Erdogan li dijî me talan, wêranî, komkujî û koçberiyê pêk tîne. Herî dawî jî bi giştî êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Çekên qedexekirî li ser gelê me pêk anî û mînaka wê jî zaroka bi navê Mihemed bû ku bedena wî hemû şewitî. Dewleta tirk zarokan ji xwe re armanc nîşan dide, rojek wê ev zarok mezin bibin û tola xwe dê rabikin.  Ne dewleta tirk, hemû cîhan jî bibe yek, nikarin vîna me bişkînin. Berovajî wê em hîn bêtir hêrs dibin û em ê tola xwe hilgirin."