Hevşaredar hatin sirgûnkirin

  • 12:33 4 Kanûn 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevşaredarên Stewrê, Şemrex û Dêrikê yên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin û hatin girtin sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hatin kirin. 
 
Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin û Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez, di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hat destpêkirin di 15’ê mijdarê de hatibûn binçavkirin û ji wezîfeyê hatin dûrkirin û qeyûm tayînî şûna wan hatibûn kirin. Hevşaredar 12 roj di binçavan de man û di 12’ê Mijdarê de hatin girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Hat diyarkirin ku hevşaredar ji Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hatine kirin. 
 
Malbat çûn hevdîtina hevşaredaran û rayedarên girtîgehê ji wan re ragihandin ku hevşaredar hatine sewqkirin.
 
Herwiha hat zanîn ku gelek jinên girtî yên li Girtîgeha Mêrdînê sirgûnî girtîgehên cuda hatine kirin. 
 
Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk a qeyûm tayîna şûna wê hatibû kirin û hatibû girtin, duh ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê sirgûnî Girtîgeha Jinan a Tarsûsê hatibû kirin.