Ezgî Sila Demîr: Tirkiye paşve diçe

  • 11:40 4 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED - Di 5'ê Kanûna 1934'an de mafê hilbijartinê ya jinê hat bidestxistin lê di 2019'an de mafên jinê tên desteserkirin û hepsî malê tên kirin. Ezgî Sila Demîr a ku li ÎHD'ê wekî civaknas dixebite diyar kir ku ji bo ji holê rakirina pirsgirêkên jinê polîtikayên çareseriyê bên li pêş xistin. 
 
Di 5'ê Kanûnê sala 1934'an de jin li Tirkiyeyê mafê bijartin û hilbijartinê bidestxist. Di serî de li Tirkiye û cîhanê çend mafê jinan li ser kaxizan mabin jî, bi taybetî îhlalkirina mafê bijartin û hilbijartina jinê bêtir îsal hat îhlalkirin û hat xespkirin. Her wiha mafê jiyanê ya jinê jî bi her cûreyê ji holê hatiye rakirin. Li gorî daneyan îsal 429 jin hatin kuştin û ev tişt tabloya Tirkiyeyê nîşan dide. 
 
‘Tirkiye paşve diçe' 
 
Civaknas Ezgî Sila Demîr li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê dixebite. Ezgî qala îhlalkirina mafên jinê û kuştina jinê kir. Ezgî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîroka 5'ê Kanûnê û wiha got: "Di 5'ê Kanûnê de ji bo jinê mafê bijartin û hilbijardinê hat dayîn. 85 sal li ser vê re derbas bû. Lê dema mirov îro dinêre û dibîne ku çawa mafê jinê tê îhlalkirin û îlegalîzekirin. Piştî hilbijartinên demên dawiyê qeyûm hatin tayînkirin û bi hincetan hevşaredar ji peywirê hatin dûrxistin. Mafê ku 85 sal beriya niha hatî nasîn niha tê xespkirin."
 
‘Ji bo bijîn têdikoşin' 
 
Ezgî, destnîşan kir ku Tirkiye her ku diçe di mijara mafên jinan de paşve diçe û wiha dom kir: "Îsal şîdeta li hemberî jinê hem li malê û hem jî di nava civakê de gihaşt asta herî jor. Îsal 429 jin hatin kuştin. Jin di serî de daxweza mafên jiyanê dikin. Jin ji bo bijîn têdikoşin. Ji ber ku qadên ku jinê biparêze nîne, jin nikarin qala aborî, êrişa zayendî û mobbîngê bikin, Ji ber ku dor nayê van mijaran. Em tenê li ser şîdeta fîzîkî radiwestin."
 
‘23 caran serî li dezgehên edlî da...' 
 
Ezgî, di axaftina xwe de bal kişand ser cûreyên şîdetê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şîdeta devkî, psîkolojîk, aborî jî li hemberî jinê tê bikaranîn. Em bi her şeklî di nav jiyanê de bi mobbîngê re jî rûbirû dimînin. Lê daneyên ku zelal di destê me de nîne û ji ber vê sedemê em hêjmara mexdûran nikarin bi zelalî ragihînin. Divê di serî de jiyana jinê bê parastin. Mînaka herî girîng jî Ayşe Tugba Arslan e, 23 caran serî li dezgehên edlî da lê tu encam negirt. Ev nîşaneya neçareseriya pirsgirêkan e."
 
‘Li herêmê 54 jin hatin kuştin' 
 
Ezgî, diyar kir ku di 25'ê Mijdarê de ÎHD'ê derbarê şîdeta li hemberî jinê û kuştina jinê de raporek aşkera kir û wiha got: "Li gorî rapora ku me dayî 16 jin xwe kuştiye. Li herêmê ji ber şîdetê 54 jin hatin kuştin. Kuştina 13 jinan bi guman e. Li herêmê herî zêde li Riha û Amedê jin tên kuştin. Li Amedê di nav çend mehên dawiyê de jî 4 jin hat kuştin. Her wiha li herêmê ji sedî 77 xwekuştin zêde bûne. Ev tabloyeke xetere ye. Li gorî daneyên me ji sedî 74 kuştina jina zêde bûne."
 
‘Divê polîtîkayên ku jinê diparêzin bên afirandin'
 
Ezgî, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên rêxistinên jinan û wiha axivî: "Hewldanên rêxistinên jinan girîng in. Xebatên gelek girîng dikin û mînakên xebatên wan li ber çava ne. Divê partiyên siyasî guh bidin daxwazên jinan û polîtîkayên ku jinê diparêzin biafirînin. Her roj li Tirkiyeyê rojev diguhere û jin her tim di rêza duyem de cih digire. Di dema OHAL'ê de gelek kes ji kar hatin dûrxistin. Di nav dûrxistinan de hejmara jinan zêde bû. Ji ber vê sedemê jin hem pirsgirêkên aborî û hem jî pirsgirêkên derûniyê dijîn."