Enstîtuya Kurdî girtina Sadiye Eser şermezar kir
- 10:25 4 Kanûn 2019
- Rojane
STENBOL - Enstîtuya Kurdî, girtina Rojnameger Sadiye Eser şermezar kir û azadiya wê xwestin.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li ser hesabê medya civakî daxuyanî da û girtina Rojnameger Sadiye Eser şermezar kir. Di daxuyaniya enstutiyê de wiha hat gotin: "Em dîlgirtina hevalên xwe şermezar dikin. Sadiye Eser mamosteya kurdî û kedkara çapemeniya kurdî ye. Her wiha Sadik Topaloglu jî ji mêj ve kedkarekî çapemeniya kurdî ye. Em azadiya hevalên xwe dixwazin!"