'Dixwazin sûcê xwe bi 'xirabiya derûniyê' binpaç bikin'

  • 10:14 4 Kanûn 2019
  • Rojane
 
 
Zinar Înaz
 
SILÊMANÎ - Duh sêyemîn doza Sêwan Qadir û zarokên wê li dadgeha bajarê Silêmanî hat dîtin. Dayika Sêwan da diyarkirin ku tewanbar da ku ji sûcê dadgehê  rizgar bibe dixwaze Sêwanê bi  'xirabiya derûniyê'bi nav bike.
 
Li Navçeya Çemçemala Silêmaniyê di 16'ê Kanûna 2018'an de Sêwan Qadir û 3 zarokên wê yên bi navê  Sêwan Larîn Diyar (2), Darîn (5) ve Derûn (1) ji aliyê Diyar Mecîd ve hatibûn şewitandin. Her sê zarokên Sêwan jiyana xwe ji dest dabûn. Sêwanê jî piştî ku çendakî di nexweşxaneyê de mabû şûnde jiyana xwe ji dest dabû. Sêwanê berî jiyana xwe ji dest bide diyar kiribû mêrê bi wê re zewicî ango Diyar Mecîd ew û zarokên wê şewitandiye. 
 
Sêyemîn rûniştina doza Sêwan Qadir û zarokên wê li bajarê Silêmanî bi amadebûna rêxistinên jinan hat dîtin. Di sêyemin rûniştina dozê de li 5 kesên ku li dijî bersûc Diyar Mecîd in hat guhdarkirin. Kesên ku axivîn diyar kirin ku dengê qeyd kirî yê ku Diyar tundî dikir heye. Piştî rûniştinê dayika Sêwanê, Gulçîn Ehmed û Koordînatora 'Jin jiyan e jiyanê nekuje' Kejal Ehmed axivîn. 
 
'Sûcdar dixwazin sûcê xwe bi 'xirabiya derûniyê' binpaç bikin''
 
Gulçîn Ehmed wiha got:"Sûcdar dixwazin sûcê xwe bi 'xirabiya derûniyê' binpaç bikin'. Lê keça min pirsgirêkên wê yên derûnî tune bû. Kujerên jinan her dem ji bo xwe hincetek parastinê dibînin. Lê divê mirov guh neden hincetên parastinê yên kujeran. Dilê min şewitî lê bila dilê dayikên din neşewitin. Ji bo dilê dayikên din neşewitin ez bang li hemû aliyên hestiyar dikim ku xwedî li doza Sêwana min û zarokên wê derkevin."
 
'Divê hemû kes xwedî li têkoşîna li dijî tundiyar li ser jinê derkevin'
 
Koordînatora 'Jin jiyan e jiyanê nekuje' Kejal Ehmed jî bal kişand ser têkoşîna li dijî zilim û tundiya li ser jinê û wiha got:"Heta ku ev doz bigihêje encamekê em ê şopdarê vê dozê bin. Divê hemû kes xwedî li têkoşîna li dijî tundiyar li ser jinê derkevin. Heta ku em hestiyar tev negerin ew ê ev bûyerên wiha bidome. Ji bo dawî li bûyerên bi vî rengî bên divê em hemû kes li dijî tundiyê derkevin."