'Divê cîhan bi hev re mafên astengdaran biparêze'

  • 09:07 4 Kanûn 2019
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - 3’yê Kanûnê Roja Astengdaran a Navneteweyî ye. Di vê rojê de astengdarên li Rojava ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê di nava jiyanek zehmet de dijîn. Tevî zor û zehmetiyan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava hewil dide ku zehmetiyên astengdar di nav de ne kêm bikin û wan beşdarî nav qadên jiyanê bike. Ji Rêveberiya Komeleya Tîrêj a Astengdaran a li Kobanê Emîra Muhemed Elî, rewşa astengdaran  nirxand û bersiva pirsên ajansa me da.
 
3'yê Kanûnê Roja Astengdaran a Navneteweyî  di 1992'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi armanca piştgiriya mirovên astengdar hatiye ragihandin. Armanca vê rojê ew e ku xwe bigihînin astengdaran û pirsgirêkên wan çareser bikin. Her wiha mafê kesên astengdar biparêzin. Di heman demê de banga xurtkirina li ser tevlîbûna mirovên astengdar ên di qadên siyasî, civakî û aborî de dike.
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava ji bo astengdar zehmetiyên mezin nebînin tevî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê rê li ber kesên astengdar vekiriye ku cihê xwe di saziyan de bigirin û bikaribin debara jiyana xwe bikin. Bi boneya 3'yê Kanûnê Roja Astengdaran a Navneteweyî ajansa me serdana Komeleya Tîrêj a Astengdar a li Kobanê kir. Ji Rêveberiya Komeleya Tîrêj a Astengdaran a li Kobanê Emîra Muhemed Elî, rewşa astengdaran  nirxand û bersiva pirsên ajansa me da.
 
*Hûn rewşa astengdaran a li Kantona Kobanê çawa dinirxînin?
 
Çend sal in em di rewşeke şer de derbas dibin, hilweşandin û çekên hatî bi kar anîn bandoreke neyînî li ser gel kiriye. Ji ber vê yekê di salên dawiyê de hejmara kesên astengdar zêde bûne. Derfet ji bo ku em alîkariya astendaran di aliyê aborî û manewî de bikin pir kêm e. 
Rêxistinên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî ji bo astendaran tu alîkarî pêşkêş nekirin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî ji ber rewşa ku niha herêm tê de derbas dibe derfetên wan ên pêşkêşkirina alîkariyê ji bo astengdaran kêm e. Ji ber vê yekê jî niha astengdar rewşeke zehmet dijîn. Li komeleyê li gor derfetên heyî em tedewiya fîzîkî dikin, lê hîna civaka me negihaştiye wê astê ku tedewiya fîzîkî qebûl bikin. Her wiha em ji bo kesên nexwendî jî perwerdeya fêrbûna ziman didin. Ji bo ku ew jî di civakê de bibin xwedî maf û ji xwendinê bê par nemînin. 
 
*Heta kîjan astê di civakê de tê qebûlkirin ku mirovekî astendar kar û xebatê bide meşandin?
 
Civaka me ji astendarên xwe şerim dikin, rê nedidan ku mirovên astendar kar bikin. Lê bi demê re ev yek heta astekê hat derbaskirin. Me hemleyek a serdana malbatên astengdar daye destpêkirin ku kesên astengdar jî mafê xwe heye di saziyan de kar bike. Di saziya me de yên ku kar didin meşandin piraniya wan astendar in. Di saziyên din de jî ji ber ku hîna ew hişmendiya ku nabe astengdar bixebite li pêş e. Di zagonên Rêveberiya Xweser de %15 mafê astengdaran heye ku cihê xwe di saziyan de bigirin. Em kar û xebat didin meşandin ku astengdar di qadên jiyanê de cihê xwe bigirin. Em ji malbatên astendaran daxwaz dikin ku nebin asteng li pêşiya zarokên xwe û alîkariya me bikin. 
 
*Ji bilî Komeleya Tîrêj a Astengdaran tu rêxistin an sazî li kantona Kobanê ku ji astengdaran re alîkariyê pêşkêş dikin hene?
 
Ji bilî komeleya me tu rêxistin û saziyên ku alîkariya astengdaran dikin tune ne. Berê saziyên me li Kantona Girê Spî û Sirînê hebûn, lê piştî êrîşên bi ser herêmên Bakurê Sûriyeyê de hatî, hatin girtin tenê ya li Kobanê ma. Li herêma Firatê nêzî 3 hezar kesên astengdar hene, tevî ku rêxistinên mirovî rewşa astengdaran dibînin, lê tu alîkarî heta roja îro pêşkêş nekirine.
 
*Êrîşên li ser Rojava çiqas bandorê li ser astengdaran kir?
 
Êrîşên li ser herêmê bandoreke neyînî li ser civakê û bi taybet li ser astengdaran kir. Nêzî 10 sal in astengdar di rewşeke zehmet de derbas dibin. Her roj êrîş û komkujî li ser gelê me tê çêkirin. Ev jî bû sedem ku hejmara astengdaran zêde bibe. Di aliyê ekolojî û ernîgarîyê de bandorek li astengdaran kir. Her ku diçe astengdar zêdetir rastî zor û zehmetiyan tên. Êrîşên li ser Girê Spî û Serêkaniyê hişt ku astengdar hewcedariyên ku pê jiyana xwe ya rojane dikir li şûn xwe bihêle û koçber bibe. 
 
*Projeyên we yên deme pêş çi ne?
 
Em hewl didin dirûnxaneyekê ji bo astengdaran vekin û waneyên fêrbûna kompîturan bidin. Her wiha di aliyê çandiniyê de jî projeyên me hene. Lê derfet tune ye ku em hemû pirojeyên xwe pêk bînin. Bi boneya roja mafê astengdaran em dibêjin bes e ji talankirin, wêrankirin û kuştina vî gelê ji ber her ku şer çêdibe astendar zêde dibin. Ji bo ku em karibin dawî li astengdariyê bînin, jiyaneke xweş ava bikin. Pêwist e em şer bidin sekinandin û dawî li dagirkeriyê bînin û derfetê ji astengdaran re ava bikin ku ew jî mafê xwe bistîne û hebûna xwe di jiyanê de bide diyarkirin. Divê cîhan bi hev re mafên astengdaran biparêze.