Şîna Emîne Aslan Aydogan a li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat astengkirin

  • 08:51 4 Kanûn 2019
  • Rojane
RIHA - Polîsan destûr nedan ku malbata Emîne Aslan Aydogan a li Girtîgeha Rihayê girtî bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, konê şînê dînin.  
 
Emîne Aslan Aydogan a 64 salî ku li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Rihayê girtî bû ji ber nexweşîna wê ya ûr di gurçika wê de bû rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Emîne ya 16 meh in girtî bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Emîne, di 10 rojan de 4 caran hat emeliyatkirin. Agahiya mirina Emîne do ji malbata wê re hat ragihandin. Malbata Emîne, ku xwestin bi maşina cenaze, cenazeyê Emîne bibin Wêranşarê, rastî astengiyê hat. Piştî malbatê bi derfetên xwe cenaze birin Wêranşarê û defin kirin, xwestin, li Qoserê konê şînê vedin. Qeyûmê Şaredariya Qoserê mala şînê neda malbatê. Dema malbatê xwest li Taxa Şahkulubey mala şînê vekin vê carê polisan destûr neda şînê. Malbata Emîne, li ser astengiyên polîs û qeyûm şîn li mala xwe qebûl kirin.  
 
Emîne ku di sala 2018’an de ku rêvebera Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Wêranşarê bû, bi angaşta “endama rêxistinê ye” hatibû girtin û 8 sal û 7 meh ceayê hefsê lê hatibû birîn. Hat zanîn ku malbata Emîne ji bo berdana wê û dermankirina wê serî li Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Rihayê dabûn.