Yekîtiya Jinên Ciwan bi meşekê piştgiriya YPJ’ê kirin

  • 17:06 3 Kanûn 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi armanca piştgiriya YPJ’ê Yekîtiya Jinên Ciwan meşek li Kantona Qamişloyê li dar xist.
 
Bi armanca piştgiriya Yekîniyên Parastina Jinê (YPJ), Yekîtiya Jinên Ciwan  yên Kantona Qamişloyê meşek girseyî li Kantona Qamişloyê bi dirûşma “Dagirkeriya li ser axa me şideta ser bedena me ye” li dar xist. Bi sedan welatiyên bajarê Qamişloyê, sazî û dezgehên sivîl û Rêveberiya Xweser tevlî meşê bûn. Meş ji çerxereya têkoşerên Enternasyonalîst a bajarê Qamişloyê dest pê kir. Di meşê de alên YPJ’ê û Yekîtiya Jinên hatibûn hildan. Meş veguherî mîtîngê. 
 
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Li ser navê ciwanan Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Jiyan Koçer axivî û wiha got: "Meşa ku îro me li dar xistiye, li hember dewleta tirk ya ku dixwaze gelê me qir bike ye. Carek din li ber çavê hemû cîhanê komkujî pêk hat. Zarokên me şehît ketin û yê birîndar jî hene. Em wek jinên ciwan em ê têkoşîna xwe bi hêz û xurtir bikin."
 
Piştî mîtîng bi dawî bû xwendekarên Efrîn û Cizîrê têkîldarê komkujiya li Til Rifet daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê endama meclîsa xwendekarên Efrînê Avrîn Hesen ve hat xwendin. Daxuyanî wiha ye: "Dewleta tirk û hevkarên wê rojane êrîşên xwe li ser herêmê dimeşînin weke topbarankirina li ser sivîlên li gund û bajarokê herêmê weke Soxanekê, Aqîbê,  Şêx Îs û navenda bajarê Arfadê û hewildana qirkirin û tunekirina gelan a ku hebûna xwe li ser tunebûna wan dide avakirin.
 
Herî dawî jî duh li pêş çavê cîhanê û neteweyên Yekbûyî komkûjiyeke din derheqê Efrînên ku li Arfetê hatin bi cih kirin û zarokên ku li kolana bajêr dilîstin pêk anîn û di encama vê komkûjiyê de bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn.
 
Em banga xwe ji hemû Rêxistinên mafên Mirovan û parastina zarokan re dikin  ku li dijî van êrîşan  derkevin û helwesta xwe  li hemberî van qirkirinan zelal bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrîn û Şehbayê" bi dawî bû.