Zarokên Helebê êrîşên li ser Til Rifetê şermezar kirin

  • 16:53 3 Kanûn 2019
  • Rojane
HELEB - Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, êrîşên dewleta tirk ên li ser Til Rifetê hatiyê kirin bi meşekê şermezar kir. 
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Til Rifetê xwendevan û mamosteyên Helebê daketin qadan û şermezar kirin. Meş ji pêşiya dibistana Alan Mihemed dest pê kir û heta çerxerêya Destînayê dewam kir. Meş bi dirûşma "Em zarok ji bo jiyanê hatine, ne ji bo ku çek li ser me were pêkanîn" dest pê kir. Di meşê de wêneyên zarokên li Til Rifetê jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, her wiha pankartên bi nivîsa "Erdogan qatîl e", "Em zarok mafê me ye  em bijîn" û "Kenê me nekujin" hatibûn hildan.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê daxuyanî ji aliyê xwendevan Yasmîn Koşen ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: "Va ye xwîna me li ser erdê diherike, va ye çavê dayikên me ji rondika dişewitin. Ey dewletên hov û bê wijdan hûn çi ji zarokan dixwazin? Hûn çi ji me bikin em ji we natirsin.  Dibe em şehîd bibin, lê armanca me welatê me ye û serkeftin e. Em ê jî li hember hemû zilm û zordariyê li berxwe bidin. Dewletên navnetewî xwe ker û lal dike û çavên xwe girtine li hember vê komkujiya ku artêşa dewleta tirk û çeteyên wê bi serê zarokan dikin. Em ê tola wan rakin,  em şehîdên komkujiya Til Rifetê bi bîr tînin, em soz didin wan ku em ê axa ji dagirkerên mîna ardogan re nehêlin."
 
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Şehbayê " bi dawî bû.