Hunermend û rewşenbirên Mexmûrê meşa 5'ê kanûnê silav kirin

  • 16:29 3 Kanûn 2019
  • Rojane
MEXMUR - Li Mexmûrê hunermend û rewşenbîr meşa ku di 5'ê kanûnê de bê lidarxistin silav kirin û gotin: "Di pêvajoyeke wisa de li dar xistina meşa ji bo yekîtiyê dîrokî ye. Erka ku bikeve ser milê me em ê bînin cih. Serkeftin dê ya gelê me be." 
 
Hunermend û rewşenbiren Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo meşa 5'ê kanûnê ya ku ji bo yekîtiyê bê lidarxistin li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê endama Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê Avabûn Bîlen ve hat xendin. 
 
Di daxuyaniyê de qala meşa 5'ê kanûnê hat kirin û wiha hat gotin: "Em meşa ku bê li darxistin silav dikin. Di pêvajoyekî wiha de meşeke dîrokî ye. Ji ber ku em jî ji  pêvajoyeke girîn re derbast dibin. Ji bo ku di vê sedsalê de em jî bibin xwedî li statuyek divê kongreya neteweyî bê lidarxistin. Ji bo vê jî erka herî mezin dikeve ser milê sazî û partiyên Kurdan. Ji bo planên dagirkeran têk bibin divê têkoşîna azadiyê bi ser keve. Niha ne tenê Rojava li her derê kurd bûn hedef."
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku hemû netewên Sûriyeyê dijîn ên wekî kurd, ereb, aşûr, çerkes, ermen û suryan bûne hedef û wiha hat diyarkirin: "Ev sekna  berxwedêran parastina gelan ava kir. Em carek din meşa ku bê lidarxistin silav dikin. Em carek din dibêjin ku erka ku bikeve ser milê me em ê pêk bînin. Serkeftin dê ya gelê me be."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.