Di 25'emîn salvegera Ozgur Ulke de: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin

  • 16:11 3 Kanûn 2019
  • Rojane
STENBOL - Rojnamegeran di 25'emîn salvegera bombekirina Rojnameya Ozgur Ulke de, daxuyanî dan û diyar kirin ku Tirkiye ji bo rojnamegeran bûye girtîgeha vekirî û heta niha 139 rojnameger girtî ne û gotin: "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin."
 
Komek rojnameger di pêşengiya Rojnameya Yenî Yaşamê de bi minasebeta 25'emîn salvegera bombekirina Rojnameya Ozgur Ulke û kuştina rojnameger Ersin Yildiz, li pêş avahiya rojnameyê ya Kadirgayê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên rêxistinên civakî, parazvanên mafên mirovan û partiyên siyasî ji tevlî daxuyaniyê bûn û li vir Rojnameger Ersîn Yildiz bibîr anîn. Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bulut, Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakkı Boltan, Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya Ayşe Guney, Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskin û gelek kesên din amade bûn. Koma rojnamegeran di çalakiyê de pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" vekirin û dowîza “Ev agir dê we jî bişewitîne" û wêneyê Ersin Yildiz rakirin. 
 
'Me 52 rojname derxistin' 
 
Ewil şahidê bûyerê Rojnameger Huseyin Aykol axivî û wiha got: "25 sal berê îro dema ez hatim vir, min dengê agirkujan bihîst. Li tenişta me kargeriyên pêlavan hebûn. Her dem tîner bikar dianîn. Min got belkî agir li cem wan derketiye. Ez hatim rojnameyê. Min dît ku avahiya rojnameyê şewitî ye. Agirkujê agir vedimirand. Ez hatim avahiyê rastî deriyekî reş hatim. Polîs hatibûn cihê bûyerê. Destûr nedidan em têkevin avahiyê. Tiştekî min bikira tune bû. Ez dîsa vegeriyam cihê karê kovarê. Tişta li rojnameyê pêk hatiye min xist manşeta kovarê. Piştre zîlê telefona kovarê lê ket. Yê digeriya Gulten Kışanak bû. Bang min kir û ez çûm me rojname derxist. Roja dîtir me  4 rûpel rojname çap kir. Dîsa rojnameya me li bayîyan bû. Piştevaniyek xurt dan rojnameya me. Her ku wan girt me vekir. Her ku wan girt me vekir. Piştî wê rojê heta niha me 46 rojname derxistin. Me wekî kevneşopiya çapemeniya azad heta niha 52 rojname derxistin. Wan 52 rojname girtin me derxist." 
 
'Xebatkarên 9 salî heta niviskarê 74 salî...'
 
Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskin jî anî ziman ku ji ber Rojnameyê dengê kesên li wê axê dihatin ji bîrkirin, bilind dikir û îhlalên mezin ên li Kurdistanê dinivîsî, hat bombekirin û wiha got: "Fermana bombekirinê wê demê Serokwezira wê demê Tansu Çiller bi xwe dabû. Li ser vê axê rojnameya herî zêde rastî zextan hat, Rojnameya Ozgur Ulke bû. Ji xebatkarê 9 salî heta  niviskarê 74 salî Musa Anter gelek xebatkarên wê hatin kuştin. Ji kesên fermana bombekirinê da Mehmet Agar, ji aliyê partiya îktidarê ve wekî serokê çeteyan hat darizandin. Lê niha Mehmet Agar û partiya îktîdarê mil dane hev û bi hevre ne. Dîsa Tansu Çiller  bi partiya  îktîdarê re mil daye hev û bi hevre dimeşin. Min ji roja rojname hat çapkirin heta niha li gel Ferda Çetin  parêzeriya rojnameyê kir. Ji wê rojê heta niha cihê vê rojnameyê di jiyana min de xwedî cihekî pir girîng e. Dema ez li vê rojnameyê difikirim, nişanî min dide ku ez mecbûrim têkoşîna parastina mafên mirovan bidim. Mi neçarî têkoşîna mafên mirovan dike. Em li hemberî miriyên xwe deyndar in. Em deyndarê Apê Mûsa ne. Em deyndarê Ferhat Tepe û Hafız Akdemir in. Ji ber vê yekê divê em li rojnameyê xwedî derkevin û têkoşîna wan berdewam bikin." 
 
'139 rojnameger girtî ne'
 
Berdevkê ÎRA'yê Hakki Boltan jî li ser binçavkirina rojnamegeran rawestiya û diyar kir ku dema hat bernameyê nûçegîhanê ETHA  Serdal Işık hat binçavkirin û nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya (MA) hêj  di bin çavan de ne. Boltan, anî ziman ku her meh rapora binpêkirina mafên rojnamegeran parve dikin û wiha got: "Tirkiye ji bo rojnamegeran bûye girtîgeha vekirî. Heta niha 139 rojnameger girtî ne. Li tevahiya cîhanê ew qas rojnameger ne girtî ne. Em wekî xebatkarên çapemeniyê dixwazin hevalên me yên hatine girtin bên berdan. 
 
'Li vî welatî rojnameger tên qetilkirin'
 
Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKGP) Ayşe Guney jî anî ziman ku kevneşopiya rêwîtiya 25 salan bi tevlêbûnên nû berdewam dike û wiha got: “Mîrateya herî girîng ji me re hiştine wêrekî û cesaret e. Rêya bingehin ku me ji rojnamegeran girt, wêrekî bû. Ev ji bo me rojnamegerên nû pir bi qîmet e. Di nava van 25 salan de buro hatin bombekirin. Rojnameger hatin kuştin. Cînayetên faîl nediyar pêk hatin. Rojnameger hatin binçavkirin û hatin girtin. Bi dehan rojnameger hêj girtî ne. Hevalên me yên li derve jî nikarin bi hêsanî karê xwe bikin. Mafê rojnamegeran ê siyaset û ragihandinê ji destê wan tê girtin. Li vî welatî rojnameger tên qetilkirin. Rojnamegerên welatên din jî tên vî welatî winda dibin. Welatê herî zêde jibo kuştina rojnamegeran guncav e Tirkiye ye. Em wekî rojnamegerên şopdarên mîrateya çabemeniya azad, em dê li ser şopa heqîqetê rêya xwe bi biryar û cesaret berdewam bikin. Pîşeya rojnamegeriyê li gorî rêgezan tê kirin. Em bang li her kesî dikin ku piştevaniyê xurt bikin." 
 
Piştî axaftinan li pêş avahiya ku hatibû bombekirin qurnefil danîn û Ersin Yildiz ê di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû bibîr anîn.