Li Moskowayê şîdeta li hemberî jinê hat şermezarkirin

  • 15:37 3 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Jinên Kurd a Moskowayê bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek dan û şîdeta li hemberî jinê şermezar kirin. 
 
Rêxistina Jinên Kurd a Moskowayê Viyan ku li Rûsyayê kar dike bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê daxuyaniyek dan çapemeniyê. 
 
Daxuyanî li Mala Çandê ya Lûnaçerskî hat dayîn û di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku jinên bi rêxistinbûyî jinên azad in û wiha hat gotin: "Jinên Kurd ên azad bi têkoşîna xwe ya li dijî DAÎŞ'ê têkoşîna azadiya jinê li nava civakê bêhtir watedar kirine. Jinên rêxistinbûyî jinên azad in."
 
Her wiha êrîşên dewleta tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîrxistin û Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî hate rexnekirin. Di daxuyaniyê de herî dawiyê banga bi dawî kirina êrîşan hat kirin.