Meşa gel a li hember Rûsya bi dawî bû

  • 15:37 3 Kanûn 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Til Rifatê şêniyên Şehbayê daketin qadan û berê xwe dabûn nokteya rusan û şermezar kirin.
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk şêniyên Şehba û Efrînê daketin qadan û berê xwe dan nokteya rusan. Şandeya ku çûn nokteya rusan vegeriyan, piştî ku şande bersiva rusan ji gel re ragihand çalakî bi dawî bû.
 
Şandeya ku li nokteya rusan derket, li ser navê Meclîsa Kantona Efrînê Bekir Elo û Fatma Lekto axivîn û bersiva Rûsan wiha ji gel re ragihandin: "Hêzên Rusya helwesta nerazîbûna xwe li hember êrîşên dewleta tirk anîn ziman û gotin 'Ji duh ve dewleta Rusya bi dewleta Tirkiyê re ketiye têkiliyê da ku van êrîşan bidin sekinandin.' Dema komkujiya Til Rifat pêk hat, hêzên rus derbasî nexweşxaneya Avrîn bûn û bûyer belge kirin da ku hêzên tirk her zarok û sivîlan hedef digire." 
 
Fatma û Bekir wiha gotin: "Dewleta rus her sozan dide û dibin şahidê bûyerên herî bi êş, lê cardin gavên pratîk ji bo gel nayê avêtin."
 
Çalakî bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bimre dagirkerî" û "Na ji qetilkirina zarokan re" bi dawî bû.