Li Rojava êrîşên li ser Til Rifatê hatin şermezarkirin

  • 15:12 3 Kanûn 2019
  • Rojane
QAMIŞLO/HESEKÊ/KOBANÊ - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Til Rifatê gelê Rojava daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin.
 
Dewleta tirk û hevkarên wê duh careke din gelê sivîl bi taybet zarok li Til Rifatê ya girêdayî Kantona Şehbayê topebaran kir di encamê de 10 sivîl di nav de 8 zarok şehîd bûn û 10 birîndar bûn. Li bajarê Qamişlo, Kobanê, Til Temir û Dêrîkê daxuyanî hatin dayîn û êrîş hat şermezarkirin.
 
Meclîsa bajarê Qamişloyê ji bo  komkojiya Til Rifetê daxuyanî da
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser şêniyên Til Rifetê, Meclîsa Giştî a bajarê Qamişloyê daxuyanî da.
 
Dewleta tirk bi, duh careke din gelê sivîl ji xwe re kir hedef û êrîş kir.  Dewleta tirk bajarê Til Rifetê yê girêdayî Kantona Şehbayê topbaran kir. Di encamê de hêjmarek ji sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan zarok in û hin jî  birîndar in. Têkildarî êrîşan, Meclisa Giştî a bajarê Qamişloyê, bi armanca şermezarkirina vê komkojiyê daxuyanî da. Daxuyanî li çerxereya şehîd Rûbar bi tevlîbûna bi dehan ji endamên meclis, sazî û dezgehên civakî pêk hat. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisê Gofran Kewkeb ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Dewleta tirk a dagirker duh careke din komkojiyeke derheqê şêniyên Efrînê yên ku koçî Til Rifetê bûne pêk anî. Bi vê komkojiyê dewleta tirk dîsa ji cîhanê re isbat kir, ku ew xwînmijê mirovan e. Di nava vê komkojiyê de hêjmarek jê zarok in, zarokên ku bi jiyanê şanebûne û barê koçberiyê her li ser milê wan bû. Piştî ku tirkiyê jin ji xwe re dikirin hedef, îro heman hovîtî li ser zarokan jî tê meşandin. Dewleta tirk zagonên navdewletî û cîhanî binpê kir û her roj gelan di qetlaman re derbas dike, bê ku tu kes rê li pêşiya wê bigire. Tirkiyê dixwaze erdnîgariya Sûriyê bike bin destê xwe. Rêbazê dagirkeriyê jê re ne girîng e û xwîna mirovan jî erzan dibîne. Her roj dagirkerî, kuştin, tecawizkirin û talankirin, ev hemû sûcê şeran in, lê hesab ji Erdogan nayê pirsîn. 
 
Dewleta tirk, bûye dewleta komkujiyê û şerê mirovan. Em hemû bi dengekî bilind bang li tevahî rêxistinên têkildar dikin ku bi erkê xwe yê mirovî rabin, ger ku heya niha mafê mirovan hebe. Komkujiyên Erdogan me ji doza azadiyê venagerînê, em ê li ser axa xwe bin û li ber xwe bidin."
 
Daxuyanî bi dirûşma"Qatil Erdogan" bi dawî bû.
 
Li Kobanê êrîş hatin şermezarkirin
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk duh li Til Rifet pêk anî Rêveberiya Xweser û Weqfa jina azad daxuyanî dan.
 
Dewleta tirk duh li dijî zarokên li navçeya Til Rifat a Kantona Şehbayê êrîşek pêk anî. Di encama wê de 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan ji wan 8 zarok in û 12 jî birîndar bûn. Rêveberiya xweseriya demokratîk û Weqfa Jina Azad ên herêma Firatê li cih û demên cuda bi armanca şermezarkirina êrîşan daxuyaniya çapemeniyê dan.
 
Daxuyaniya Rêveberiya xweser li navenda rêveberiyê bi zaravayê kurmancî bi navê rêveberiya xweser Leyla Ebdo û bi zimanê Erebî jî, ji aliyê Cîgirê Desteya kar û barê Civakî Suleyman Gieşîş ve hat xwandin. 
 
Daxuyaniya wiha ye:
 
“Dewleta tirk axa Sûriyeyê dagir kir û şêniyên wê yên resen koçber kirin, li herêmên ku dagir kirin guhertina demogirafîyê pêk tîne. Hîna gurûpên terorîst yên girêdayî dewleta tirk xerabtirîn tawanan derheqê mirovahiyê de dikin. Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê li pêş çavên cîhanê giştî, rojane komkujiyan derheqê gelê me de li Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê dikin. Komkujiya herî dawiyê li Til Rifet bû ku encama wê de sivîlên bêguneh hatin kuştin ku piraniya wan zarok bûn.
 
Em jî wek Rêveberiya Xweser ya Demokratîk li herêma Firat, bi tundî ew komkujiya li Til Rifet bûyî û hemû komkujiyên din yên li dijî gelê me hatine kirin şermezar dikin, em civaka navdewletî, rêxistinên mafên mirovan û mafnas vedixwînin ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û tawanên dewleta tirk û çeteyên wê derheqî hemû pêkhatiyên gelê me de rawestînin.”
 
Her wiha daxuyaniya Weqfa Jina Azad jî li navenda weqfê ji aliyê rêveberiya weqfa jina azad Emîna Muhemed ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Dewleta tirk destdirêjiyên xwe li ser gelê Sûriyeyê ranewestandiye, hîn êrîşan dibe ser ax û gelê Sûriyê, hemû peyman û protokolên navnetewî yên di vî warî de binpê dike. Dewleta tirk û hevkarên wê li herêmên ku dikin bin kontrala xwe gelê herêmê bi komkujiyan re rû bi rû dihêlin. Herî dawî li Til Rifet komkujî pêk anî û zarok hatin qetilkirin. Em bang li dewletên navneteweyî, rêxistinên xaça sor û Neteweyên Yekbûyî dikin ku bi erka xwe rabin û hesab ji dewleta tirk were xwestin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
 
Li Til Temirê daxuyanî hat dayin û dirûşmên berdewamiya têkoşînê hatin berzkirin
 
Meclisa Federal a Navçeya Til Temirê bi daxuyaniyekê komkujiya Til Rifetê şermezar kir û dewleta tirk, Rûsiya û Rêjîma Sûriyê wekî berpirsiyarê vê komkujiyê nîşan dan. 
 
Duh dewleta tirk li Til Rifetê êrîş pêk anî 10 sivîl di nav de 8 zarok şehîd bûn û 10 birîndar bûn. Îro Meclisa Federal a Navçeya Til Temirê bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir. 
 
Daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokê Meclisa Federal a Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb ve hate xwendin wiha ye:
 
"Dewleta tirk komkujiyek din ku der heqê gelê Efrînê de ku li Şehbayê bicih dibin  ne exlaq û ne jî wîjdanê mirovahiyê qebûl dike pêk anî. Pêwîst e kiryar û komkujiyên xwînmijên li dijî Gelê Kurd û mirovahiyê dewleta tirk ji aliyê hêz û rêxistinên ku qaşo mafê mirovan diparêzin rawestînin û nebin hevkarê qetilkirina siberoja zarok, jin û gelê azadîxwaz.
 
Berpirsê vê komkujiyê dewleta tirk, Rusya û Rêjîma Sûriyê ku heya vê kêliyê jî tamaşeyî qetilkirina gel û zarokên Sûriyê dike ne. Em ji bêdengiya NY matmayî dimînin hember qirkirina gelê Bakurê Sûriyê li Serêkaniyê, Girê Spî û Şehbayê. Cîhan bûye mîna daristanekê ku qanûn tune van guran bisekinîne."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.
 
Komkujiya Til Rifetê li bajarê Dêrikê hate şermezar kirin
 
Meclîsa bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê komkujiya ku li navçeya Til Rifetê pêk hat bi daxuyaniyekê şermezar kir.
 
Meclisa bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê komkujiya ku li navçeya Til Rifetê ya girêdayî bajarê Şehbayê pêk hat, li kampa Newroz û li bajarê Dêrîkê yê ku girêdayî Kantona Qamişlo bi daxuyaniyekê şermezar kir. Her wiha bi tevlîbûna hemû sazî û dezgehên civaka sivîl û kesên ku ji neçarî koçber bûne û li kampê bi cih bûne amade bûn. Daxuyanî ji aliyê endama meclîsa navçeya Eyndîwerê  Feyrûz Temir ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: "Em komkujiya ku di derheqê gelê navçeya Til Rifetê pêk hat ku heşt zarok jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn bi tundî şermezar dikin. Armanca dewleta tirk ji van kiryaran ew e ji bo ku gel bitirsîne û wan ji welatê wan dûr bixe da ku bi hêsanî bikeve welatê me. Em bang li hemû saziyên mafê mirovan dikin ku van kiryaran bisekinîn û çareseriyekê bibînin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.