Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kir

  • 15:09 3 Kanûn 2019
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya hevdîtinê serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan. Parêzer Newroz Uysal û Rêzan Sarica piştî 8 salan di 2’yê gulanê, 22’yê gulanê, 12’ê hezîranê û 18’ê hezîranê û 7’ê tebaxê de li gel miwekîlê xwe Abdullah Ocalan hevdîtin kiribûn. 
 
Ji 7’ê tebaxê heta niha dozgeriyê bersivek neyînî an jî erênî nedaye parêzeran.