1'emîn Konferansa Wekheviya Zayendan li Hewlêrê dest pê kir

  • 14:58 3 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hewlêrê ji hêla Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan bi dirûşma, “Wekheviya zayendan erka me hemûyan e” 1'emîn Konferansa Wekheviya Zayendan dest pê kir. 
 
1'emîn Konferansa Wekheviya Zayandan bi dirûşma “Wekheviya zayandan erka me hemûyan e” ji hêla Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan, li Hola Pêşewa a Hewlerê hat lidarxistin. 
 
Di konferansê de, berpirsa Giştî ya Desteya Bilind a Karûbarên Jinan Pexşan Zengane axivî û got: "Eger salên borî û niha bînin beramberî hev, hina dibînin ku hewkeviyek zayendan niha di astek baş de ye. Lê hîn pêwîstî bi dem heye, ji bo ku bigihîn astek baştir. Bi taybet di warê wekheviya rêveberiya kar de."
 
Pexşan diyar kir ku her çiqas di warê newekheviya zayendî ya di warê kar de gazin de hebe jî, lê di gelek waran de jin pêşeng in û got ku jinan bi hêza xwe astengî şikandine û karîne bigihîn serkeftin û armancên xwe.
 
Wê konfens du rojan berdewam bike. Wê di konferansê de çend panêlên taybet li ser pirsgirêkên jinan werin lidarxistin.