Rojnameger Sadiye û Sadik sewqî edliyeyê hatin kirin
- 14:48 3 Kanûn 2019
- Rojane
STENBOL - Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Sadiye Eser û Sadik Topaloglu yên di binçavan de ne ji Emniyeta Stenbolê ji bo îfade bidin dozger birin Dadgeha Çaglayanê.
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Sadiye Eser û Sadik Topaloglu yên di 29’ê mijdarê de li navçeya Beyogluya Stenbolê hatibûn binçavkirin îfadeyên wan ên li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê bi dawî bûn. Piştî îfadeyên li emniyetê Sadiye û Sidik ji bo îfade bidin dozgeriyê birin Dadgeha Çaglayana Stenbolê.
Sadiye û Sidik bi angaşta “endamên rêxistinê ne” tên sûcdarkirin.