Ji bo zarokên astengdar li Hesekê bername hat çêkirin

  • 14:48 3 Kanûn 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Bi boneya 3'yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê Navenda Şehîd Rengîn a Zarokên Astengdar şahiyek li dar xistin.
 
Bi boneya 3'yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê Navenda Şehîd Rengîn a Zarokên Astengdar şahiyek li dar xistin.Navenda Şehîd Rengîn bi nepoxan hatibû xemilandin. Di şahiyê de Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semer Ebid Elah, endamên saziyên civaka sivîl û malbatên zarokan amade bûn.
 
Paşê Desteya Kar û Barên Civakî a Kantona Hesekê Şeha Xelf wiha got: "Zarokên astengdar raste di aliyekê  de kêm in, lê her zarokek taybetmendiyek wî cuda heye. Mînak hin zarok bi rengekî profesyonel wêneyan xêz dikin, hin jî di aliyê xwendinê de pir xurt in."
 
Şehayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em hêvî ji civaka xwe dikin ku bi van zarokan re di aliyê moral de alîkar bin û wan kêm nebînin, ji ber her zarokek taybetmendiya xwe ya cuda heye. Bila em bi wan re alîkar bin ku taybetmendiyên xwe derxînin û wan li pêş bixin."
 
Şahî bi dîlan, lîstok, belavkirina şêraniyê û diyariyan bi dawî bû.