Nûçegihana Bêrîvan Altan birin edliyeyê
- 14:05 3 Kanûn 2019
- Rojane
MÊRSÎN - Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Bêrîvan Altan a 8 roj in di binçavan de ye ji bo îfade bide dozger birin Dadgeha Mêrsînê.
Nûçegihana Ajansa Mezopotmayayê Bêrîvan Altan a 26’ê mijdarê de li Enqereyê hat binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê piştî îfadeyên li emniyetê birin Dadgeha Mêrsînê. Li emniyetê derbarê Bêrîvanê de bi angaşta “endama rêxistinê ye” muamele hat kirin. Bêrîvan tewanbariya li ser xwe red kir û got ew rojnameger e.
Tê payîn kêliyên pêş dozger îfadeyên Bêrîvan bigire.