Girtiya bi navê Emîne Aslan Aydogan jiyana xwe ji dest da

  • 13:17 3 Kanûn 2019
  • Rojane
RIHA - Emîne Aslan Aydogan a li Girtîgeha Rihayê girtî bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Emîne Aslan Aydogan a 64 salî ku li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Rihayê girtî bû ji ber nexweşiya wê ya gurçikan hebû rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Emîne ya 16 meh in girtî bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku di nava 10 rojan de 4 caran hatiye emeliyatkirin. Agahiya mirina Emîneyê vê sibehê ji malbata wê re hat ragihandin.
 
Emîne ku di sala 2018’an de ku rêvebera Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Wêranşarê bû, bi angaşta “endama rêxistinê ye” hatibû girtin û 8 sal û 7 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Hat zanîn ku malbata Emîne  ji bo berdana wê û dermankirina wê serî li Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Rihayê daye. 
 
Emîne  ya jiyana xwe ji dest da rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Hat zanîn ku malbat dê piştî otopsiyê cenaze bibin Wêranşarê defin bike.