'Em bi hêvî ne ku her kesên astengdar xeyalên xwe pêk bînin'

  • 12:44 3 Kanûn 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi munasebeta 3'yê Kanûnê Roja Astengdaran a Navneteweyî de xebatkarên Komeleya Tîrêj a Astengdaran anîn ziman ku tevî hemû êrîşan ew hewil didin ku mafên astengdaran biparêzin û xizmetê bikin. Her wiha dayika bi navê  Îlham Mustafa ku zarokê wê jî astengdar e wiha got:"Ji bo şerdên astengdaran baş bibe divê hemû cîhan hestiyar tev bigere."
 
3'yê Kanûnê Roja Astengdaran a Navneteweyî  di 1992'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi armanca piştgiriya mirovên astengdar hatiye ragihandin. Armanca vê rojê ew e ku xwe bigihînin astengdaran û pirsgirêkên wan çareser bikin. Her wiha mafê kesên astengdar biparêzin. Di heman demê de banga xurtkirina li ser tevlîbûna mirovên astengdar ên di qadên siyasî, civakî û aborî de dike.
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava ji bo astengdar zehmetiyên mezin nebînin tevî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê rê li ber kesên astengdar vekiriye ku cihê xwe di saziyan de bigirin û bikaribin debara jiyana xwe bikin. Bi boneya 3'yê Kanûnê Roja Astengdaran a Navneteweyî ajansa me serdana Komeleya Tîrêj a Astengdar a li Kobanê kir.
 
Bi munasebeta 3'yê Kanûnê Roja Astengdaran a Navneteweyî de xebatkarên Komeleya Tîrêj a Astengdaran bi lêv kirin ku divê hemû kes alîkariyê bidin astengdaran. Her wiha dayika bi navê  Îlham Mustafa ku zarokê wê jî astengdar e wiha got:"Kesên astengdar herî zêde pêdiviya wan ji alîkariyê heye. Divê em di warê alîkariyê de di nava hewldanên mezin de bin."
 
'Ez bang li kesên astengdar dikim ku ji xwe şerim nekin'
 
Danyal Bozan a ku bi xwe astengdar e û di komeleya Tîrêj de dixebite bi hêvi ye ku her kesê astengdar xeyalên xwe pêk bîne û wiha got: "Berê di Heyva Sor a Kurd de min kar dikir, lê piştî ku min komele nas kir ez tevlî kar û xebatên komeleyê bûm. Karê me di komeleyê de baş derbas dibe, tevî ku ez astengdar im hezkirina min ji kar re dihêle ku ez astengdariya xwe ji bîr bikim û wek hevalên xwe jiyana xwe bidomînim. Ez bang li kesên astengdar dikim ku ji xwe şerim nekin. Hêz û vîna we dihêle ku astendariyê derbas bikin, jiyaneke xweş bi hevalên xwe re derbas bikin û hêvî dikim ku tevlî nava kar û xebatên siyasî, civakî û aborî bibin."
 
'Em bi hêvî ne ku civaka me tedawiya fîzîkî qebûl bikin'
 
Cîhad Muhemed ku di komeleyê de tedawiya fîzîkî dike wiha behsa karê xwe kir: "Di komeleyê de tedawiya fîzîkî didim. Tedawiya fîzîkî ji bo hemû kesan pêwist e, ne tenê ji bo kesên astengdar. Em di hefteyê de 3 rojan tedawiya laşî ya kesên astengdar dikin, lê pêwist e dayik jî li malê her roj ji zarokên xwe re bikin ji bo encam bigire. Dema ku bi domdarî tedewiya laşî bê kirin bi demê re wê nexweşiyê derbas bike, yan jî nahêle ku nexweşî asta ku tê de ye derbas bike. Di bajarê me de fîzîk wek masaj tê naskirin, lê ev yek şaş e. Bi hêvî me ku civaka me tedawiya laşî qebûl bikin.”
 
‘Astengdarî li pêşiya karê min nabe asteng’
 
Her wiha jina bi navê Îlham Mustafa ku zarokê wê astengdar e ji bo tedewiya Fîzîkî zarokê xwe tîne Komeleyê ji ajansa me re behsa nexweşiya zarokê xwe yê astengdar kir û wiha got: "Zarokê min du salî ye û ji lingên xwe astengdar e. Ji bo derbas kirina astendariya zarokê min me serdana gelek bijîşkan kir, lê tu encam me negirt. Nêzî mehekê ye em tên Komeleya Tîrêj  û tedawiya fîzîkî dikin. Komele bi me re dibe alîkar û rewşa zarokê min ber bi başiyê ve diçe. Ji bo şerdên astengdaran baş bibe divê hemû cîhan hestiyar tev bigere."