'Zarok hedef tên girtin'

  • 11:05 3 Kanûn 2019
  • Rojane
Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Malbatên zarokên ku duh li Til Rifatê di encama topebarana dewleta tirk û komên girêdayî wê de birîndar bûn, diyar kirin ku zarok bê sûc û bê guneh in lê herî zêde zarok ji şer bi bandor dibin û wiha gotin: "Erdogan zarokan hedef digire. Divê ev yek ji aliyê cîhanê ve tu carî neyê qebûlkirin."
 
Dewleta tirk û hevkarên wê di 2'yê Kanûnê de bi topan êrîşî Til Rifatê kirin. Di encama êrîşan de heşt zarok û du kesên temenê wan mezin jiyana xwe ji dest dan. Malbatên zarokên ku duh li Til Rifatê di encama topebarana dewleta tirk û komên girêdayî wê de birîndar bûn, diyar kirin ku kesên zarokan hedef digirin divê bên cezakirin û wiha gotin:"Ji bo parastina zarok û axa xwe em tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin."
 
'Gelo ev zarokana çi şer dane meşandin?'
 
Sewliyê Hesen êrîşên li ser Til Rifatê wiha nirxand: "Aloziya ku li Sûriyeyê tê jiyîn, ne tenê kurdan di heman demê de hemû pêkhateyan armanc digire. Dema ev êrîş pêk hat, dewletan destek dan dewleta tirk û heta vê astê hovîtiya xwe li ser me dide meşandin. Hemû kes dizane li Til Rifet hêzên kurd tê de nînin. Gelo ev zarokan çi şer dane meşandin ku hatin hedefgirtin? Ger zarokên Trump û Erdogan wiha bibûyana dê helwesta wan çibûya? Pêwist e hemû dewlet helwestê rast û dirûst nîşan bidin."
 
'Me serî hildaye û biryara me serkeftin e'
 
Sewliyê di dewama axaftina xwe de lihevkirina dewletan wiha tîne ziman: "Dewletên navneteweyî tenê di rêya daxuyaniyê de sînordar man. Hemû bûyerên ku gelên Sûriyeyê û bi taybet Gelê Kurd dijî, encama lihevkirinên di bin masê de ne. Hevpeymanên pişt perdeyê rê li pêşiya Erdogan û hevkarên wî re vedike. Hemû dewlet li ser Gelê Kurd bazaran dikin, lê ew bazarên ku tên kirin wê Gelê Kurd tune neke berovajî wê me serî hildaye û biryara me serkeftin e." 
 
'Di bin navê terorê de êrîşî sivîlan dike'
 
Rûken Bîlel a ku du zarokên wê birîndar in nêrîna xwe wiha anî ziman: "Erdogan bi êrîşên xwe terorîstbûyina xwe diyar dike. Erdogan di bin navê terorê de êrîşê sivîlan dike, lê di armancê de êrîşê jin û zarokan dike. Divê dewletên navneteweyî helwestên rast û fermî  nîşanî êrîşên Erdogan û hevkarên wî bidin. Çimkî yên terorîst ew in ne kesekî din." 
 
'Nahêlim hevalên min bimrin'
 
Zarokê bi navê Hesen Omer Hemîd yê şeş salî ku bavê xwe di berxwena serdemê de winda kiribû, îro jî di encama êrîşên dewleta tirk de birayê xwe yê heft salî winda kir wiha got: "Ez naxwazim zaroka bimirin."
 
Mihemed nizane ku birayê wê jiyana xwe ji dest daye
 
Zarokê bi navê Mihemed Kêyfo dema ku bi hevalên xwe re dileyize topên dewleta tirk wî û birayê wî armanc girt. Mihemed dema behsa bûyerê dike nizane ku birayê wê şehîd ketiye. Dema top tê avêtin Mihemed ji ser hişê xwe diçe, dema hişyar dibe xwe di erebeya ambûlansê de dibîne.