KCDP: Di meha mijdarê de 39 jin hatin kuştin

  • 10:29 3 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha mijdarê de 39 jin hatin kuştin. 
 
Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora şîdeta li hemberî jin û zarokan a meha mijdarê aşkera kir. Li gorî raporê 39 jin di meha mijdarê de hatin kuştin û êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan jî dom kir. 
 
Li gorî rapora ku hatî aşkerakirin di nav 11 mehên sala 2019'an de herî kêm 430 jin hatin kuştin. Hat diyar kirin ku 11 kuştina jinê wekî bi guman hat qeydkirin û her wiha kuştina 19 jinan jî nehatin testpîtkirin. 4 jin bi hinceta aboriyê, 5 jin ji ber daxwaza doza hev berdanê an jî li dijî daxwaze li hevhatinê derketin hatin kuştin. 
 
Di rapora Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin de hat diyar kirin ku heta ku kujer û sûcdar neyên darizandin û ceza neyên dayîn şîdeta li hemberî jinê û kuştina jinê dê bidome.