‘Heta kujer hesab nedin wê dilê me rehet nebe’

  • 09:17 3 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED - Di qedexeya derketina derveya ya Sûrê de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dabû. Malbat jî ji bo kujer bên darizandin 4 sal in li ber xwe didin. Malbatên zarokên xwe winda kirin wiha gotin: “Êşa me hîna wek roja ewil teze ye. Heta kujerên me neyên darizandin, hesab nedin wê dilê me jî rehet nebe.”
 
Di ser qedexeya derketina derve ya ku di 2’yê Kanûna 2015’an de li Sûr a Amedê hat îlankirin 4 sal derbas bû. Qedexe 103 rojî berdewam kiribû. Di qedexeyê de navçe hat wêtrankirin û gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Di van qedexeyan de pevçûn û êrîş hatin jiyîn.
 
‘Min tu car tunebûna zaroka xwe qebûl nekir’
 
Di qedexeya ku di 12’ê cotmehê de hat îlankirin de, zaroka 12 salî Hêlîn Hasret Şen ku diçû nan digirt, bû hedefa segvanan. Hêlîn bi guleya ku îsabetê serê wê kir jiyana xwe ji dest da.
 
Dayika Hêlîn Şen, Nazli Şen diyar kir ku êşa keça wê tu tiştî naguhere û got: “Ev qas dem derbas bû êşa me hîna teze ye. Ez hîna jî hînê tunebûna keça xwe nebûme. Min zaroka xwe winda kir. Dilê min tu car rehet nake. Keça min hîna biçûk bû. Xwezî şûna keça xwe ez bimrama. Niha bijiya 16 salî bû.”
 
‘Ez ê li pey doza kurê xwe bim’
 
Di qedexeya ku di 2’ê Kanûnê de hat îlankirin û 103 rojî berdewam kir de, di roja ewil de Çekvar Alîş Çubuk ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Çekvar 16 salî bû. Malbata Çekvar 4 sale dipê ku kujer bên darizandin.
 
Dayika Çekvar Çubuk, Netîce Çubuk jî wiha got: “Ez heta hebim, li pey kurê xwe me û di riya wî de me. Heta kujerên kurê min hesab nedin, neyên darizandin wê dilê min rehet neke. Dilê min bi kîn û nefret e. Kurê min hîna 16 salî bû. Ez ji wî têr nebûm, lê ew ji min girtin. Ez ê heta dawî li pişt kurê xwe bim.”