'Aloziya Sûriyeyê bêyî hêza jinê çareser nabe'

  • 09:05 3 Kanûn 2019
  • Rojane
Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Ji Koordînasyona Kongreya Star a taxa Şêx Meqsûdê, Fatma Hesen êrîşên dewleta tirk, hevkarên wê û berxwedanya gel nirxand û wiha got: "Aloziya Sûriyeyê bê Gelê Kurd û bi taybet bê hêza jina kurd çareser nabe."
 
Berxwedana taxa Şêx Meqsûdê bi salane dewam dike. Di wê berxwedanê de gel yekbûna xwe ava kirin û hêza xwe nîşan dan. Komên çeteyan ên ku êrîşî taxa Şêx Meqsûdê kirin xwestin ku bi tevahî tax bê rûxandin, heta ku karibin derbasî hemû taxên bajarê Helebê bibin û dagir bikin, lê piştî ku planên wan li Helebê têk çû, berê xwe dan Efrînê û bi awayên herî hov êrîş kirin. Her wiha ev plan di Efrînê de bi dawî nebû, derbasî Serêkaniyê û Grê Spî jî bû. Dîsa jî di demên dawiyê de lihevkirina tirk û rûsan li ser Til Rifat bû mijara nîqaşê û di vê bendê de her tişt hat xuyakirin. Têkîldarê mijdarê ji Koordînasyona Kongreya Star a taxa Şêx Meqsûd a girêdayî Helebê Fatma Hesen nirxandin kir. 
 
'Me axa xwe ji çeteyan bi yekbûna xwe parast'
 
Fatmayê di destpêka axaftina xwe de behsa êrîşên li ser Helebe kir û wiha pê de çû: "Şer dest pê kiriye heta niha taxa Şêx Meqsûd jî di nav şer de ye. Berxwedana gelê taxa Şêx Meqsûd derket pêş û bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo, xwe nas kirin û bi naskirina xwe axa xwe rizgar kirin. Armanca çeteyan Heleb û tevahî gundewarên wê bû, li hember van êrîşan gel bû yek û bajarê xwe ji çeteyan parast."
 
'Jinan hêza 'Gulê Selmo' ava kirin da ku taxên xwe biparêzin'
 
Fatmayê di dewama gotinên xwe de bal kişand ser rol û misyona jinan û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Hêzên YPJ'ê û YPG'ê cihê xwe di eniyên pêş de girtin. Jinên taxa Şêx Meqsûd hêza xwe ya bi navê 'Gulê Selmo' ava kirin û ji aliyekî din jî xwarin ji zarokên xwe re amade dikirin. Nêzî 60 jin cihê xwe di hêza Gulê Selmo de girtin û weke parastina taxê hatin erkdarkirin. Paşê çete li Helebê bin ketin û berê xwe dan Efrînê û îro jî êrîşî tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin."
 
'Gel ruxmê êrîşan çalakiyên xwe didomandin'
 
Fatmayê bal kişand ser Berxwedaniya Serdemê û rola taxa Şêx Meqsûd û wiha domand: "Li Helebê ji bo piştgiriya gelê Efrînê mertalên zindî derbasî Efrînê bûn. Mertalên zindî li Efrînê, ruxmê êrîşên dewleta tirk û çeteyan, tevlî meşekê li navçeya meydankê bûn, dewleta tirk êrîşî gelê sivîl yên ku axa xwe diparêzin kir û ruxmê wan êrîşan gel dev ji çalakiyên xwe bernedan û heta dawiyê li ber xwe dan. Hemû kes li dijî êrîşên ku li Efrînê pêk hat bêdeng man. Ji ber ewqas bêdengiyan gel ji bo xwe ji komkujiyan biparêze neçar man koçber bûn. Niha jî gel li Şehbayê jiyanek nû afirandin, têkoşîn û berxwedana xwe dom dikin." 
 
'Aloziya Sûriyeyê bê jin çareser nabe'
 
Fatmayê pêngava duyem a berxwedana serdemê anî ziman û wiha dewam kir: "Gel li benda dewletên navneteweyî neman û dizanibûn ku dê hemû dewlet bêdeng bimînin, kor û lal bibin, ji bo wê koçberî Şehbayê bûn. Li Şehbayê jiyanek nû afirandin û her tişt ji nû ve ava kirin. Dibistanên xwe vekirin û çi çalakî hebin beşdar dibûn. Di nava derfetên herî kêm de di wan konan de jiyana xwe dewam kirin. Hinek ji wan koçberî Helebê bûn. Rêjîmê demekê got ez ê alikariyê bidim, lê berovajiya wê zimanê dayikê qedexe kirin, gel ev yek qebûl nekir û bi israra xwe hin dibistan vekirin. Aloziya Sûriyeyê bê Gelê Kurd û bi taybet bêyî hêza jina kurd çareser nabe."
 
'Em ê piştgiriyê bidin gel'
 
Fatmayê bal kişand ser lihevkirina rûs û tirkan û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Armanca tirk û rûsan ji vê lihevkirinê Til Rifat dagir bike ji bo ku tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî dewletê xwe bikin. Armanca duyem jî tunekirina projeya netewa demokratîk e. Ger dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşî Til Rifatê bikin em jî weke gelê Şêx Meqsûdê sînoran nas nakin û piştgiriyê li hember dijminê jinê em ê bikin." 
 
'Heta serkeftinê em ê di nav çalakiyan de bin'
 
Fatmayê herî dawî teqez kir ku Rêjima Sûriyeyê di dema aloziya Sûriyeyê de bi gelê xwe re nikaribû bibe alîkar û biparêze û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em tu caran dev ji doza xwe bernadin û heta serkeftinê em ê her di nav çalakiyan de bin."