ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2019'AN

  • 09:00 3 Kanûn 2019
  • Rojev
*Ji Koordînasyona Kongreya Star a taxa Şêx Meqsûdê, Fatma Hesen êrîşên dewleta tirk, hevkarên wê û berxwedanya gel nirxand û wiha got: "Aloziya Sûriyeyê bê Gelê Kurd û bi taybet bê hêza jina kurd çareser nabe." DÎMEN HEYE
 
*Li navçeya Sîlopiyê 12 jinên ku bi çêkirina nanê sêlê debara xwe dikin, diyar kirin ku divê jin hemû ji bo aboriya xwe li ber xwe bidin û debara xwe bi xwe bikin. BI DÎMEN
 
*Bi hatina zivistanê şêniyên li Serdeştê di nav zor û zehmetiyan de jiyana xwe didomînin. Şêniyên Serdeştê Ranya Zîden û Henan Bapîr, banga alîkariyê kirin. DÎMEN HEYE 
 
*Parlamentera HDP’ê Semra Guzel ya bi deklerasyonê banga hilbijartina zû kir wiha got: “Di îhtîmala hilbijartina zû de divê tifaqa herî berfireh a demokrasiyê bê avakirin û dersek cidî ji bo AKP’ê bê dayîn. Ger em hikûmetê di vê rewşê de bidin berdewamkirin, tê wateya ku em vê çavsoriyê piştguh dikin.” DÎMEN HEYE
 
*Ece Devrîm diyar kir ku yek ji pisgirêkên dijî ‘ne îstîhdamkirine’ û got vê armancê serî li KOSGEB’ê xistiye û wiha got: “Mixabin her tişt çîroke. Min bi dehan carî serlêdan kir, tevî ez astengdar bûm, piştgirî nedan min. Cîhanek wisa tune. Berê ji ber nasnameya min ya transeksuel tunebû niha jî ji ber astengdar im tune.” DÎMEN HEYE 
 
*Derbarê Şeyhmus Îlhan ku di 2017’an de li Amedê Rojbîn Baran qetil kiribû de, 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê cezayê muebeta giran hat birîn. Heyeta dadgehê daxistina takdîrê pêk anî û ceza guhert cezayê muebetê.
 
*Li Mamak a Enqereyê li kafeya bi navê Cafe Woods bi zorê hişbir ji bo zarokê hatibû dayîn û dayika wê N.D diyar kir ku gunbar hîna wan tacîz û tehdî dikin û da zanîn ku gumanbar dizanin ku dozger û dadger wan diparêzin ji ber vê jî bi rehetî her tiştî dikin.
 
*Xwendekarên Zanîngeha Çukurovayê bertek nîşanê zêdebûna şîdeta li ser jinan, polîtîkayên bêcezakirin û rewakirina şîdetê dan û diyar kirin ku jin di nav jiyanê de ne û ji bo siberojên azad têdikoşin. DÎMEN HEYE 
 
*Di qedexeya derketina derveya ya Sûrê de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dabû. Malbat jî ji bo kujer bên darizandin 4 sal in li ber xwe didin. Malbatên zarokên xwe winda kirin wiha gotin: “Êşa me hîna wek roja ewil teze ye. Heta kujerên me neyên darizandin, hesab nedin wê dilê me jî rehet nebe.”
 
*Endamên Navenda Cîhana Zarokan bal kişandin ser roja astengdaran û gotin: "Divê cîhaneke aram ji bo astengdaran were çêkirin, da ku hemû rojên me aramî bin. Mirovên astengdar ne mirovên kêm in û dikarin bibin beşek ji jiyanê." DÎMEN HEYE