Xwendekarên zanîngehê yên Kerkûkê piştgirî dan xwepêşandanên Iraqê

  • 13:34 2 Kanûn 2019
  • Rojane
Tara Ezîz
 
KERKÛK - Ji bo piştgirîdayîna xwepêşandanên li Îraqê, hemwelatiyên bajarê Kerkûk li navçeyên cuda yên bajar bêdengî ragihandin û xwepêşnadan encam dan. Xwendevanên zanîngeha Kerkukê jî baykoda xwendinê ragihandin. Xwepêşandanek berfireh li meydana zanîngeha Kerkuk encam da û wê sê rojan berdewam bike.
 
Çalakî û baykota xwendevanan li Iraqê di destpêkê de meha mijdarê de dest pê kir. Piştî serhildana xwepêşndanan a li Bexdayê rewşa xwendinê li Bexdayê gelek ketiye. Desthilatdar hewil didin ku kolanên Bexdayê komî ser hev bikin. Lê belê xwepêşandan di çalakiyên xwe de bi biryar in û ji  qadan venagerin heta ku xwestekên wan neye bicihanîn.
 
Duh ji bo piştgiriya xwepêşnadanên bajarên din yên Iraqê, ji bo piştgiriya gel û xwendevanên Kerkûkê  xwepêşandan li meydana Zanîngeha Kerkukê dest pê kirin. Di destpêkê de hêzên ewlehiyê nedihiştin xwendevan derkevin qadan. Lê belê li kolanên bajar xwepêşandanan serî hildan û gelek kesî berê xwe dan zanîngeha Kerkukê ji bo piştgirîdayîna xwendevanan. Dirûşmên piştgiriyê hatin berzkirin. Di xwepêşnadanê de mamosta û karmendên zanîngehê jî cih digirin. 
 
'Eger em xemê ji bo pêşeroja xwe nexwin wê kî yê xemê ji bo me bixwe?'
 
Jina bi navê Zeyneb Îsa ya ku beşdarî xwepêşandanê bûbû wiha got:"Ger her kesek mafê jiyanê dixwaze, divê dengê xwe bilin bike. Xwepêşndan ji bo dengê me û hemwelatiyan dibe alîkariyek mezin. Bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji bo bidestxistina mafên xwe em ê piştgiriya xwe bidomînin. Pêwîst e piştgiriya me berdewam be. Guhertin bi yekgirtina me hemûyan wê dest pê bike. Eger em xemê ji bo pêşeroja xwe nexwin wê kî yê xemê ji bo me bixwe?"