Remziye Tosûn: 5 hezar sal derbas be jî em Sûrê ji bîr nakin

  • 09:09 2 Kanûn 2019
  • Rojane
 
AMED - Di ser qedexeya derketina derve ya li Sûrê 103 rojî berdewam kir, 4 sal derbas bû. Tevî evqas dem derbas bû hîna hinek kolan mirov nikarin bikevinê. Remziye Tosûn a HDP’î ya ku şahidiya qedexeyên li Sûrê kir wiha got: “Sûr parçeyekî me ye. 5 hezar sal derbas be jî wê nikaribin Sûrê ji bîra me bivin. Em ê Sûrê ji bîr nekin.”
 
Navçeya Sûrê ya Amedê ku bi dîroka xwe tê zanîn, di 2’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve lê hat îlankirin û 103 roj berdewam kiribû. Di ser qedexeyê de 4 sal derbas bû. Di qedexeya ku qedexeya herî dirêj ya cîhanê bû de hemû navçe hat wêrankirin. Xanî û muzeyên dîrokê hatin talankirin. Bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan hatin girtin. Gelek kesên jiyana xwe ji dest dan nasnameyên wan nehatin tespîtkirin.
 
Sûr ji aliyê UNESCO’yê ve ketibû Lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê. Lê UNESCO’yê li dijî êrîşên li hember Sûrê, tu mudaxale nekir. Tevî ku avahiyên dîrokî hatin hilweşandin û wêrankirin, UNESCO’yê bêdengiya xwe berdewam kir. Şêniyên navçeyê dest bi koçkirinê kirin û ji bo karkeriya demsalî ketin rêyan.
 
Di roja 96’an de ji Sûrê derket
 
Remziye Tosûn di roja 96’an de bi zarokên xwe re ji Sûrê derket. Yek jê du salî bi 4 zarokên xwe re ji Sûrê hatibû derxistin û di 7’ê Adarê de bi keça wê Berîtanê re şandin girtîgehê. Wê demê keça wê Şevîn ya 9 salî jî şandin Saziya Stargeha Zarokan. Şiyar jî dan bavê wî. Remziye 15 mehan di girtîgehê de ma. Remziye ku dema li Sûrê dima bi telefonê di roja 88’an de wiha dengê xwe dabû bihîstin: “Me ji zûde hêviya xwe birî. Bi rastî me birî. Ger em li vir bimirin, cenazeyên me li ser piyên xwe negerînin.” 
 
‘Ez cihê xaniyê xwe ji pirê fêr bûbûm’
 
Remziye di hilbijartinê 24’ê Hezîranê de ji HDP’ê li Amedê di rêza çaremîn de namzet hat nîşandan. Bi rêjeya dengekî bilind bû parlamentera Amedê û ji bo dengê Sûrê bide bihîstin çi ji destê wê hat kir, der barê wê de bi dehan lêpirsîn û fezleke hatin amadekirin. Remziyeyê li ser pirseke ‘beriya 2015’an li Sûrê jiyanek çawa hebû’ ev bersiv dabû: “Sûr bi tena xwe jiyanek bû. Sûr mala me bû, em hemû malbatek bûn. Weke li ser Sûrê sîwaneyek hebû, em jî di bin wê sîwaneyê de dijiyan. Dema ez ji girtîgehê derketim min xwest biçim Sûrê bibînim. Lê Sûr bi giştî tune bûbû. Min cihê mala xwe jî ji pira biçûk fêm kiribû. Sûr bûbû rastek mezin.”
 
‘Tu hevok nikare hestên me vebêje’
 
Remziyeyê daxuyakirin ku ger Sûr nehata hilweşandin, bi kîloyan zêr jî li ber wê bihata raxistin ew ji wir dernediket û wiha got: “Gelê Sûrê ji aliyê dewletê ve hat mexdûrkirin. Di ser bûyerê de 4 sal derbas bû lê hîna mirovan beramberê xaniyên xwe negirtine. Gel ji xwe di alî aborî de neketin pey tiştekî. Tenê xaniyê xwe kolana xwe dixwestin. Yên li Sûrê nejiyane fêm nakin. Em ji paşeroja me, çanda me qut kirin. Tu hevok hestên me nikare vebêje.”
 
‘5 hezar sal derbas be jî em ji bîr nakin’
 
Remziyeyê daxuyakirin ku ew li Sûrê bûne şahidê berxwedana dîrokî û got: “Ne 4-5 sal, 5 hezar sal derbas be jî kes nikare Sûrê bide jibîrkirin. Sûr parçeyekê me ye. Tu kes nikare Sûrê ji hişê me bide paqijkirin. Hîna cenazeyên nehatine dayîn hene. Hîna kolanên ku em nikarin bikevinê hene. Naxwazin em Sûrê bibînin. Gelo çi ji me vedişêrin? Naxwazin tiştek bê bîra me. Lê bêguman ew kolan wê vebin.”