'Em ê xwe bikin mertalên zindî û xwedî li têkoşîna zarokên xwe derkevin'

  • 09:01 2 Kanûn 2019
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Dayikên şehîdan li ser êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li ser Rojava axivîn û gotin: "Em xwîna zarokên xwe li erdê nahêlînin. Em ê her li ser şopa têkoşerên azadiyê bin, rêya wan rêya me ye."
 
Di 9'ê cotmehê de dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Li hember gelê sivîl balafirên şer, obîs û çekên qedexe yên wekî fosfora sipî bi kar anîn. Di encamê de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û koçî deverên cuda bûn. Têkîldarî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê dayikên şehîdan yên taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê nêrînên xwe parve kirin.
 
'Em hene, em ê her hebin'
 
Dayika şehîd Alan, Fewziye Îbrahîm Salê, balkişand ser êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê  û wiha pêde çû: "Dagirkeriya dewleta tirk û hevkarên wê herdem Gelê Kurd armanc digire. Li Rojava bi hemû çekên giran êrîşî gelê me kirin. Armanca dagirkeriya dewleta tirk ne aramiya herêmê ye, armanca wê qirkirina Gelê Kurd e. Nasnameya kurd nayê windakirin, em hene em ê her hebin. Em ê dawî li Erdogan bînin. Ji bo vê axê zarokên me canê xwe dan, em wek dayikên şehîdan zû bi zû dev jî vê axê bernadin. Dewleta tirk bêyî ku bibêje ev jin, zarok, kal û pîr in êrîş dike û qetîl dike. Canê me jî biçe em dewleta tirk û hevkarên wê li ser axa xwe qebûl nakin."
 
'Êdî bese ji bêdengiyê re'
 
Fewziye di dema axafitina xwe de dewama axafitna xwe de bal kişand ser dadgehkirina dewleta tirk li qada navneteweyî û wiha domand: "Divê dewleta tirk li dadgehên navneteweyî  were dadgehkirin, ji ber ku wînxar e. Erdogan çeteyên DAIŞ'ê li gel xwe  perwerde dike. Çeteyên xwe rê dike ser axa me û aramiya me xêra dike. Divê hemû dewlet çavên xwe ji van êrîşan re vekin û dagirkeriya dewleta tirk û hevkarên wê bibînin. Êdî bese ji bêdengiya dewletên navnetewryî re."
 
'Em êrîş û qirkirinan qebûl nakin'
 
Dayika şehîd Viyan, Sedîqe Mihemed jî diyar kir ku rêka wan rêka têkoşerên azadiyê ye û wiha dewam kir: "Em wek dayikên şêhîdan dev ji rêka têkoşerên azadiyê bernadin. Em kesên  têkoşer û berxwedêrin, ji bo wê dê rêka serkeftinê ya me be. Em kurd, êrîş û qirkirinan qebûl bikin. Em wek dayik yek ji me bimînê jî em ê xwe bikin mertalên zindî û em ê xwedî li têkoşîna zarokên xwe derkevin."