ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2019'AN

  • 09:00 2 Kanûn 2019
  • Rojev
*Dayikên şehîdan li ser êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li ser Rojava axivîn û gotin: "Em xwîna zarokên xwe li erdê nahêlînin. Em ê her li ser şopa têkoşerên azadiyê bin, rêya wan rêya me ye." BI DÎMEN
 
*Hilbirînera çîkolatayê Esra Sakîncî bi lêv kir ku  çîkolatayên ku bi destê wê tên hilbirandin hem ji bo tenduristiya mirov baştirin û hem jî bijûndarin. BI DÎMEN
 
*Nişmiye Mehmûd ji Zirganê, gundê Erîşayê koçî gundê Til Gerabêt tê kirin û îro jî ji ber ku dewleta tirk û hevkarên wê nêzî gundên wan bûn dîsa koçber in, lê nizanin ku wê bi kîjan aliyî ve biçin. BI DÎMEN
 
*Li Wanê du jê astengdar sê xwişk rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk ya cerdevan Tekîn Gulaçti hatibûn û her sê xwişk hewcedariya wan hem bi piştevaniya aborî û hem jî ya manewî heye. 
 
*Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Berfîn Can diyar kir ku ew ji polîtîkayên zextê yên sîstema heyî ji ser meclîsan xistiye meriyetê natirsin û wiha got: “Ji ciwanên xwedîhişmend û rêxistinkirî ditirsin. Lê em li dijî van polîtîkayan, xebatên xwe dê bi coş û morelekî mezin bidomînin.” BI DÎMEN
 
*Hevseroka HDP’a Edeneyê Gulseren Tural, biryara hilbijartina zû ya ku HDP’ê li dijî qeyûman girtiye nirxand û wiha got: “Tiştê ku divê em û hêzên demokrasiyê bikin ev e ku li dijî vê dijminahî û xepspkirinê, em mafên xwe biparêzin û şûnde bigirin.”BI DÎMEN
 
*Di ser qedexeya derketina derve ya li Sûrê 103 rojî berdewam kir, 4 sal derbas bû. Tevî evqas dem derbas bû hîna hinek kolan mirov nikarin bikevinê. Remziye Tosûn a HDP’î ya ku şahidiya qedexeyên li Sûrê kir wiha got: “Sûr parçeyekî me ye. 5 hezar sal derbas be jî wê nikaribin Sûrê ji bîra me bivin. Em ê Sûrê ji bîr nekin.”BI DÎMEN
 
*Di doza Şûle Çet ku rastî êrîşa zayendî hatibû û ji katê 20’an a plazeyekê hatibû avêtin û qetilkirin, dadgeh wê di 4’ê Kanûnê de biryara xwe bide. Endama Platforma Jinan a Enqereyê Neslîhan Duran, da zanîn ku di mutalaya dozger de daraza mêr ji nû ve dîtine û got divê Berk Akand û Çagatay Aksu bi muebeta giran bên darizandin. BI DÎMEN
 
*Ji ber sedema bilindbûna nirxê benzînê, xwepêşandan li 35 bajarön Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatibûn destpêkirin û zêdeyî 300 kes hatin kuştin û 5 hezar kes jî birîndar bûn. Herwiha di xwepêşandanên ku gelek jin di nav wan de hebûn bi dehan kes jî hatin  girtin. Welatiyên ku çalakiyên xwe berdewam dikin dibêjin ku ew jiyaneke aram a bê astengî dixwazin.