Li Kobanê rêze çalekiyên 25’ê Mijdarê berdewam dikin

  • 18:19 1 Kanûn 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi di çarçoveya çalakiyên 25’ê ku berdewam dikin de îro li navçeya Qinê seminer li ser tundiya li jinê tê kirin hat dayîn
 
Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê ku berdewam dikin di pêşengiya Hezen Parastina Cewherî û Rexistina Sara de Semîner ji jinan re li navçeya Qinê ya girêdayî Kobanê hat dayîn. Seminer ji aliyê Endema Hezên Parastina Cewherî Rûhilat Kobanê û Endama Rexistina Sara Newroz Ebdî ve hat dayîn.
 
'Em ê wek jin parastina xwe xurt bikin'
 
Endama Hezen Parastina Cewherî Ruhilat Kobanê li ser giringiya rezeçalekiyên 25’ê mijdare got: "Em her sê xwişkên Mîrabal bi bîr tînin û em ê têkoşîna wan dewam bikin. Em wek Hêzên Parastina Cewherî dixwazin karê xwe di asta herî baş de bikin. Em wek jin di aliyê parastinê de xebatên xwe berfireh dikin. Tu carî em nahêlin dijmin bikevê axa me."  
 
'Em ê di rêya şehîdan de têkoşîna xwe mezintir bikin'
 
Endama Rêxistina Sara Newroz Ebdî jî bal kişand ser berxwedana jinan û wiha pêde çû: "Em wek rêxistina Sara çalakiyên 25'ê mijdarê li gund û bajaran didomînin. Tundî ne tenê lêdan û kuştin e, di heman demê de şerê psîkolojîk jî tundiyek e. Têkoşîna jinan bi salane didome. Jin tu caran teslîmbûnê qebûl nakin û têkoşîna xwe li hember dagirkeriyê bilind dikin. Bi sedan jinên têkoşer wek Amara, Barîn û Hevrînê di şerê berxwedanê de cihê xwe girtin. Em ê di şexsê wan de têkoşîna xwe mezintir bikin.
 
Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.