Tevgera Kevana Zêrîn hemleya xwe ya çalakiyan bi daxuyaniyê ragihand

  • 16:29 1 Kanûn 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Tevgera Kevana Zêrîn bi daxuyaniyekê hemleya xwe ya çalakiyan a bi dirûşma "Bi berxwedana Hevrînan, em ê dagirkerî têk bibin" ragihand.
 
Li bajarê Hesekê Tevgera Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê bi daxuyaniyekê hemleya çalakiyan a bi dirûşma "Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkeriyê têk bibin" ragihand. Tevgera Kevana Zêrîn ji bo xurtkirina morelê zarokên koçber ên ku ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li dibistana Hesekê bi cih bûne, hemleya xwe dan despêkirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Kevana Zêrîn Girbawî Zîlan Mecîd ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye: ""Bi bedelên giran û buha, Şoreşa Rojava hate biserxistin. Ew 8 salên dawî jî, li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, di xeta pergala netewa demokartîk de bi meşandina Rêveberiya xweser re, rewşek aram û pêvajoyek avabûnê hate jiyîn. Bi teybet dewleta tirk û hêzên mezin ên cihanî ew aramîbûna herêmî û biserkeftina pergala netewa demokratîk tehmûl nekirin. Êrîşên ku îro ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve bi navê "Herêma  ewle" de  Serêkaniyê û Girê Spî êrîş hatin kirin û hîn jî li ser herêmê ev êrîş berdewam dikin.
 
Ji bo maf û çanda xwe em tucaran serî natewînin
 
Îro wek Gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê çi kurd, ereb , aşûr û suryan hemû gel, di bin qirkirina çandî re derbas dibin. Em vê baş dizanin ku şerê herî mezin têkbirina çandê ye, ew êrîş ne tenê li ser kurdan li ser çanda aşûr, suryan û gelên din têne meşandin. Wekî Gelê Kurd em tucarî alîgerê şer nebûne, lê ji bo hebûn, maf û çanda xwe parastinê jî me tucarî serî netewandiye, her tim parastina xwe ya rewa me pêş xistiye, ji ber ku parastina rewa  mafê her zindiyek yê xwezayê ye. Em rastiyek din jî pir baş dizanin ku şer tunekirin, hilweşandin û êş e. Şerê ku îro di xaka me de  tê meşandin, bi xwe re êşên mezin anîn. Penaberî û zilm li mirovan tê ferzkirin, bi teybet li ser jin û zarokan.
 
Em ê bi çand û hunera xwe têbikoşin
 
Em wek Tevgera Kevana Zêrîn vê erkê hildigrin ser milê xwe û em dibêjin ku ji her kesî bêtir pêwist dike ku li hemberî wan êrîş û destdirêjiyan li ser çand ax û hebûna me, em ê bi çand û hunera xwe têbikoşin. Em îlana hemleya xwe ya  bi dirûşma "Bi Rihê Hevrînan em ê dagirkeriyê têk bibin" li her dibistana koçber lê ne em ê stran û şano bi armanca dayîna moral û ne jibîrkirina çandê berdewam bikin."
 
 Pişît daxuyaniyê şahî ji bo zarokên koçberên dibistana Mazin Hisên hate lidarxistin, stran û şano hat pêşkêşkirin.