'Em ê bibin dengê jinan'

  • 16:18 1 Kanûn 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Yekîtiya rewşenbîrên Herêma Cizîrê di çarçoveya çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê de ku berdewam dikin daxuyanî da.
 
Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê bi boneya çalakiyên xwe yên  25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser jinê, daxuyaniyek li parka xwendinê ya bajarê Qamişlo dan. Di daxuyaniyê de bi dehan jinên rewşenbîr, endamên jin ên sazî û dezgehên sivîl û Rêveberiya Xweser amadebûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Rewşenbîran Enahîta Sîno ve hat xwendin.  
 
Daxuyanî wiha ye: "Em wek jinên Rewşenbîr li herêma Cizîrê bi boneya 25’ê Mijdar, tundiya ku li ser hemû jinên cîhanê tê kirin, şermezar dikin. Di nava dîrokê de her jin rastî tundiyê ji aliyê hemû hêzên ku dixwazin jinan tune bikin ve tên. Di nava şerê ku li Sûriyê diqewime tundî û zordarî li ser jinan tê kirin. Tundiya li ser jinê tê kirin, jî hemû zagon û sînorên navnetewî derbas dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek rengên tundiyê hatin meşandin. Li ber çavê hemû cîhanê ev tundî hate kirin, lê hemû kes li hember vê tundiyê bêdeng man. Hedefgirtina siyasetmedara jin  Hevrîn Xelef di kesayeta wê de ji bo  tevahî jinan komkujiyek bû. Bi van kiryarên hovane destdirêjî li ser nirxên jinan tê kirin. 
 
Li hember zilm û bê mafiyê jin mertala herî bi hêz e
 
Jin di nava şoreşan de pêşengtiya avakirina welatan dike. li himber zilm û bê mafiyê, jin mertala herî bi hêz e. Şoreşa Rojava  destkeftiyên mezin ji bo hemû jinan bi xwe re anî. Jin şoreşger, siyasetmedar, leşker û avakira qada jiyanê ye. 
 
Em ê bibin dengê jinan
 
Banga me ji tevahî rêxistinên jin û saziyên mafên mirovan re heye ku çareseriyeke mayinde ji bo pirsgirêkên heyî bi pejirînin, ji ber kiryarên faşîstan her ku diçe hovîtiya wan mestir dibe, em ê heta dawiyê piştgiriya hemû jinan bikin û bibin degnê jinan."