Li Wanê çalakiya rûniştinê: Polîtîkayên şer dê dawiya AKP Û MHP'ê bîne

  • 15:26 5 Îlon 2019
  • Rojane
WAN - Li Wanê çalakiyên li dijî qeyûmê ket roja xwe ya 18'emîn. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan kir di çalakiya rûniştinê de diyar kir ku hikûmet bi polîtîkayên şer  dawiya xwe tîne. 
 
Çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûman her ku diçe mezin dibin. Girseya ku li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP') ya Rêya Armûşê civiyan çalakiya rûniştinê li dar xistin. Çalakiya runiştinê di roja 18’an de berdewam kir. Parlamenterên HDP'ê, Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, Ayşe Acar Başaran, hevşaredarên Wanê yên ku şûna wan qeyûm hat tayinkirin, Bedîa Ozgokçe Ertan, Mustafa Avci, hevşaredarên navçeyan, nûnerên Partiya Azadî û Mirovahiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî çalakiya îro bûn. Di çalakiyê de pankarta “Hevserokatî pergala me ya jinên azad e, em destûr nadin bê xespkirin” hat vekirin. Her wiha dovîzên wekî "Hevserokatî xeta me ya mor e" û ”Jin jiyan azadî” hatin hilgirtin. 
 
‘Me her tim daxwaza aştiyê kir' 
 
Di çalakiyê de parlementer Muazzez Orhan axivî û diyar kir ku bi polîtîkayên şer nagihîjin armanca xwe û wiha axivî: "Roja ku HDP hatiye avakirin heta roja îro, her tim daxwaza aştiyê kiriye. Em her tim bûn alîgirê zimanê aştiyê. Ji ber ku zimanê şer zirarê dide yekitiya gelan. Îro em li qadan li dijî xespkirina şaredariyên xwe li ber xwe didîn. Ne tenê Gelê Kurd divê hemû gelên li Tirkiyeyê dijî xespkirina şaredariyan qebûl nekin û bêdeng nebin. Li Stenbolê, Îzmîrê, Enqereyê û Mersînê li her deverên Tirkiyeyê gel qeyûman red dike û piştgiriyê dide çalakiyên Gelê Kurd.” 
 
‘Polîtîkayên şer dê dawiya AKP Û MHP'ê bîne’
 
Muazzezê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku tu car dev ji daxwaza aşitiyê, yêkitiyê bernadin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em ê tu car dev ji vîna xwe bernedîn û em ê heta dawiyê xeta hevserokatiyê biparêzîn. Polîtîkayên têkbirin û tunekirinê nagihîjin armanca xwe. Ev polîtîkayên şaş welat ber bi zordestî û taritiyê ve dibe. Ji ber polîtîkayên şer aboriya Tirkiyeyê jî têk diçe. Em dawiya diktatoran baş dizanîn. Em careke din AKP û MHP’ê şiyar dikin, ev polîtîkaye dê dawiya we bîne. Heta ku aştiyeke bi rûmet û aştiyeke mayînde pêk neyê em ê dev ji têkoşînê bernedîn. Em ê li her deran daxwaziya xwe ya aştiyê bînin ziman.” 
 
Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmeyên "Wan ya me ye” çalakiya rûniştinê pêk anîn. Çalakiya rûniştinê bi klam û tilîliyan bi dawî bû.