Li Amedê çalakiya rûniştinê di roja 18’emîn de ye

  • 14:43 5 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Li Amedê 18 roj in çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûman didomin. Îro dîsa li Cadeya Lîseyê welatî û HDP'yî bi dirûşma "Berxwedan jiyane" çalakiya xwe ya rûniştinê pêk anîn. 
 
Piştî ku qeyûm tayînê Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hat kirin çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Parlamenter, hevşaredar, hevserok, rêveber, û endamên meclîsa şaredariyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û welatî cara 18'emîn li Cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çalakiya xwe ya rûniştinê li dar xistin. Çalakî bi dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin", "Amed ranezê xwedî li vîna xwe derkeve" û "Berxwedan jiyan e" dest pê kir. 
 
Di çalakiya rûniştinê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterê HDP'ê ya Agiriyê Berdan Ozturk axivî û got: "Çawa Efrîn û Başûr hat dagirkirin û îro jî şaredariyên me dagir kirin. Destkeftiyên Kurdan naxwazin. Divê li dijî darbeyê partiyên siyasî, demokrat û ronakbîr divê li gel me bin û ji darbeyê re bêjin na. Em 18 roj in li qadan li ber xwe didin. Her wiha ji bo girtina HDP'ê niha jî di nav dek û dolaban de nin. Malbatan dixin nava dek û dobabên xwe. Lê her kes dizane ku ev lîstîk dê pûç derkeve."