Protestokirina qeyûman di roja duyem de li Şirnex û Hezexê dewam kir
- 14:22 5 Îlon 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Li navenda Şirnex û navçeya Hezexê ji ber qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Amed û Wanê hatin kirin di roja duyem de çalakiya rûniştinê û daxûyanî hatin dayîn.
Wezareta Karê Hundur dawî li peywira hevşaredarên Bajarên Amed, Wan û Mêrdînê anî û qeyûm tayînî şaredariyan kir. Li navenda Şirnexê û navçeya Hezexê li dijî qeyûman di roja duyem de çalakiya rûniştinê û daxûyanî hat dayîn. Çalakiya rûniştinê û daxûyanî li ber avahiya HDP’ê ya Hezexê pêk hat. Hevşaredarên Hezexê Songul Erden û Murat Şen, rêvebirên HDP û DBP’ê yên Hezexê û gelek kes tevlî daxûyaniyê bûn. Axaftin Hevserokê HDP’ê yê Hezexê Niyazî Çevrîm kir.
Niyazî, qeyûmên ku tayînê şaredariyan hat kirin şermezar kir û bi lêv kir ku çalakiyên wan ên li dijî qeyûman dê li her derê berdewam bike. Niyazî, diyar kir ku hevşaredarên ku ji pêywirê hatine girtin vîna gel in û ev tişt got: “Em ê xwedî li hevşaredarên xwe derbikevin.” Niyazî, qeyûmên ku di sala 2016’an tayînî 94 şaredariyên DBP’ê hatibûn kirin bi bîr xist û wiha domand: “Lê li dijî qeyûmabn di hilbijartinên 31’ê Adarê de gel xwedî vîna xwe derket û bi serkeftinek mezin şaredariyên xwe paşve girt. Lê belê ev zihniyet di 19’ê Tebaxê de careke din qeyûm tayînê şaredariyên DBP’ê kir û vîna gel xesp kir. Hevşaredarên me ji peywirê hatin girtin û em vê yekê şermezar dikin.”
Piştî daxûyaniyê girse li ser rê dest bi çalakiya rûniştinê kir û qeyûm protesto kir. Çalakiya rûniştinê bi çepik û dirûşmeya “Bijî Berxwedana Amedê” bi dawî bû.
Li Şirnexê jî qeyûm hat protestokirin
Li navenda Şirnexê jî li dijî tayînkirina qeyûman çalakiya rûniştinê û daxûyanî hat dayîn. Hevşaredarên navçeya Cizîrê Berîvan Kutlu û Mehmet Zirig, Hevserokên HDP’ê yên Şirnexê Zeynep Ûnat û Zekî Îrmez, rêvebirên HDP’ê yên HDP û DBP’ê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Daxûyaniyê Zeynep Ûnat xwend.
‘Qeyûm dijminê jin, xweza, çand û kurdan e’
Zeynepê, anî ziman ku di 19’ê Tebaxê de mafê gel hatiye xespkirin û darbe li demokrasiyê hatiye xistin. Zeynepê, ev tişt got: “Pêkanînên bi vî rengî ku welat ber bi krîzê û paşve dibe cara yekem pêk nayên. Di Îlona 2016’an de jî 94 şaredariyên me yên DBP’ê qeyûm tayîn kirin û vîna gel hat tunekirin û xespkirin. Ji wê rojê vir de heta roja hilbijartinên heremî ya 31’ê Adara 2019’an qeyûmên ku êrîşê xweza, ziman, çand, aborî, destkeftiyên jinan kir di derbarê wan de tu lêpirsîn nehat vekirin. Şûna ku derbarê wan de lêpirsîn bihata vekirin qeyûm tayînî şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Sepandinên qeyûman ku veguheriye komkujiya siyasî û navendî, berhemên polîtîkayên yekkesî ne. Qeyûm dijminê jin, xweza, çand û kurdan e. Hêza xwe jî ji Enqereyê ji polîtîkaya bêcezayê digire.”
‘Darbeya qeyûm têkoşîna azadiya jinê hedef girtiye’
Zeynep, diyar kir ku pergala hevserokatiyê di bin hedefa darbeya qeyûmê de ye û got ku êrîşên li dijî hevserokatiyê li dijî jinan tê kirin. Zeynep, wiha dewam kir: “ Pergala hevserokatiyê li Tirkiyeyê azadiya jinê û têkoşîna femînîstiyê giringiyek mezin qezenc kiriye. Ji têkoşîna azadiya jinê ya cihanê re bû referans. Darbeya qeyûm di serî de têkoşîna azadiya jinê hedef girtiye û jin jî li dijî vî êrîşê dibin yek û bersivê didin. Tirsa herî mezin a bloga faşîst a AKP-MHP’ê jî ew e ku tevgerên jinan û tevgerên civakê bibin yek e.”
‘Kurd dê bi têkoşîna demokrasiyê li dijî qeyûman li berxwe bide’
Zeynep, di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku îktîdara AKP-MHP’ê di demên dawiyê de otorîteya xwe mezin dike û îdeolojiyên nû kiriye dewrê û wiha domand: “Ji van yek polîtîkaya tecrîd û ya duyem jî qeyûm in. Ji bo ku welatê me di bin taritiyê de nemîne em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Îktîdara siyasî jî vê gelek baş dizane ku tevgerên li dijî demokrasiyê hemû HDP’ê hedef girtine. Qeyûmên ku dixwazin ku pêşeroja welatê me tune bikin dijminatiya li dijî kurdan û demokrasiyê jî encama wê ye. Kurd dê bi têkoşîna demokrasiyê li dijî qeyûman li berxwe bide.”
Li vir jî piştî daxûyaniya ku hat dayîn, çalakiya rûniştinê pêk hat. Çalakiya rûniştinê bi çepik û tililiyan bi dawî bû.