Li Mêrdînê çalakiya rûniştinê di bin dorpêçkirina polîsan de didome

  • 13:56 5 Îlon 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Çalakiya rûniştinê ya li Mêrdînê ya li dijî tayinkirina qeyûman di roja xwe 18'emîn de di bin dorpêçkirina polîsan de didome. Di çalakiyê de peyama "Em ê di nava her şerd û mercî de têkoşîna xwe bidomînin" hat dayin. 
 
Çalakiya rûniştinê ya li Mêrdînê ya li dijî tayinkirina qeyûman di roja xwe 18'emîn de di bin dorpêçkirina polîsan de didome. Di çalakiyê de peyama "Em ê di nava her şerd û mercî de têkoşîna xwe bidomînin" hat dayin. Parlamenterên HDP'ê Mithat Sancar, Ebru Gunay, Mehmet Ruştu Tiryaki, Necdet Îpekyuz, Omer Ocalan, Ayşe Surucu, Dersim Dag, Alican Onlu û gelek beşdarî çalakiya li Qarayolari ya Mêrdînê bûn.  
 
Di çalakiyê de pankarta "Îradeya gel nikare bê xespkirin" hat hilgirtin. Di çalakiyê de jinan stran gotin. Welatiyan jî tevî jinan stranên serîhildanê gotin. Di dawiya çalakiyê de Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Eylem Amak anî ziman ku dê têkoşîna li dijî qeyûman bidome. 
 
'Ev darbe ji 7'ê Hezîranê dest pê kir'
 
Piştî Eylemê Parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar axivî. Mîthat got:"Ev darbe ji 7'ê Hezîranê dest pê kir. Em pir baş dizanin ku ev ji bo çi tê kirin. Îradeya gel di 31'ê Adarê de qeyûm şand cihê xwe yê berê. Gelek bajarên li Rojavayê Tirkiyeyê jî bi saya stratejiya HDP'ê ji îktidarê hat girtin. Tehemula wan ji îradeya gel re tune ye. Em vê yekê qebûl nakin. Em ê li dijî qeyûman li her derê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Piştî axaftinan girse meşiya avahiya HDP'ê û bi dirûşmeyên "Em ê serî hildin û bi ser bikevin" çalakiya xwe bi dawî kir.