Walîtiyê bersiv da dorpêça HDP’ê
- 12:20 5 Îlon 2019
- Rojane
AMED - Ji 20’ê mijdara 2018’an ve avahiya Rêxistina HDP’ê di dorpêça polîsan de ye. Walîtiya Amedê têkildarî mijarê agahî da û eşkere kir ku dorpêça li ber avahiya HDP’ê di çarçoveya tedbîrên emniyetê de cih nagire.
Hevseroka Kongreya Civaka Demorkatîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê yê bêdawî û nedorveger kiribû. Piştî çalakiya Leyla Guven ji 20’ê mijdara 2018’an ve polîsan avahiya HDP’ê ya Amedê bi maşîneyên zirxî dorpêç kir. Polîs ji roja dorpêçê heta niha ketin û derketina ji avahiya HDP’ê dişopîne û dîmenan digire. Her çiqas çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû jî lê pêkanîn ango dorpêça polîsan a li ber HDP’ê didome.
HDP vê mijarê ji Walîtiya Amedê pirsî. Parêzer Mehmet Oner li ser navê HDP’ê serî li walîtiyê dabû. Di 3’ê îlonê de walîtiyê di asta li xwe mikûr hatinê de bersiv da serlêdana HDP’ê. Walîtiyê di bersivê de da zanîn ku tedbîrên emniyetê yên deng digire û dîmenan dikişîne û bendemayîna wan a li ber avahiya HDP’ê pêk tîne di çarçoveya tedbîrên emniyetê de nîne.